- Endamên YNK'ê yên di Meclîsa Asayîşê ya Herêma Kurdistanê de daxuyaniya bi navê Meclîsa Asayîşê ya Herêma Kurdistanê hate dayîn red kirin û diyar kirin ku têkildarî operasyonên qala wan têne kirin agahiya wan nîne.
Endamên YNK'ê yên di Meclîsa Asayîşê ya Herêma Kurdistanê de daxuyaniya bi navê Meclîsa Asayîşê ya Herêma Kurdistanê hate dayîn red kirin û diyar kirin ku têkildarî operasyonên qala wan têne kirin agahiya wan nîne.
Di daxuyaniya pêr a bi navê Meclîsa Asayîşa Herêma Kurdistanê de îddîa hatibû kirin ku "Hin hewldanên komên terorîst hatine astengkirin, di nava wan komên hatine astengkirin de PKK'î jî hene." YNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ev îdîa derew in.
Haya endamên me jê nîne
Daxuyaniya YNK'ê wiha dibêje:
"Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ji 5 encamên sereke ku Şêwirmendê Encûmena Asayîş, Serokê Dezgeha Asayîşa Herêmê, Serokê Dezgeha Zanyarî, Serokê Dezgeha Parastinê û Serokê Îxtixbareta pêşmerge pêk tê, ji van 5 endaman 3 endam ên YNK'ê ne û tenê 2 endam ên PDK'ê ne.
Lê piştî ku me ji her sê endamên xwe yên di nava Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê de pirsî, derkete holê ku berpirsên YNK'ê bi ti awayî agahî ji operasyonek bi vî awayî nînin ku roja 26'ê Cotmeha 2020'an de bi rêya daxuyaniyek bi navê Encûmena Asayîşa Herêmê ve hate parvekirin. Lewma endamên Encûmena Asayîşa Herêmê yên YNK'ê vê daxuyaniyê re dikin."
Daxuyanî bê bingeh û siyasî ye
Endamê Rêveberiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Arêz Abdullah diyar kir ku daxuyaniya Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê siyasiye û got; “Ne ti bingehê wê heye û ne jî xizmeta encûmenê dike.” Li gorî Arêz Abdullah ev awa pirsgirêk û nakokiyan ber bi kûrbûn û şer ve dibe û got; “PDK li hikûmet û parlamentê bi kêfa xwe siyasetê dike.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ