• “Daxwaza min a edaletê ji bo her kesî ye. Dixwazim ku hûn sibe (îro) li cem me bin û me tenê nehêlin.” 

Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê ji hêla xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î ve hatibûn qetilkirin, di çalakiya Nobeta Edaletê ya de bal bire ser salvegera komkujiyê û got, “Daxwaza min a edaletê ji bo her kesî ye. Dixwazim ku hûn sibe (îro) li cem me bin û me tenê nehêlin.” 

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de ûş di êrişên li nexweşxaneyê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtin û dadgehkirina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar, yadê Emîne û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 463’yan de dewam dike. Malbat doh sibehê jî çû ber deriyê Edliyeya Rihayê. Malbatê di çalakiyê de dowîza “Em edaletê dixwazin” hilgirt. 

Di dema çalakiyê de malbatê qala komujiya li wan hatiye kirin û têkoşîna xwe ya edaletê ji parêzer û welatiyên rêya wan bi edliyeyê ketin re vegotin. Her wiha malbatê bang li her kesî kir da ku 14’ê Hezîranê (îro) beşdarî merasîma bibîranînê bibin. 

Emîne Şenyaşar got, “Ev bû 4 sal me nekarî bîranînê li dar bixin. Me nekarî şîna xwe bikin. Bila her kes sibe li cem me be. Bila Fadilê min were berdan, edalet pêk bê û em jî wê rojê dê taziyeya xwe deynin. Daxwaza min a edaletê ji bo her kesî ye. Bila edalet pêk bê. Heta edalet pêk neyê ez ê ji vir ranebim. Êdî bes e û em dixwazin li mala xwe rûnin. 3 kes qetil kirin û bila kurê min berdin. Ev 4 sal derbas bûn û dikeve sala 5’an. Bila ev zilm êdî bi dawî bibe. Bila kesên ku zarokên min kuştin bên girtin. Çima nayên girtin?”

RIHA