- Cemil Bayik: ‘’Ji bo tifaqa Kurd-Ereb zemîneke xurt a dîrokî heye. Rêber Apo dema li Lubnan, Sûriye û Rojava bû di vê mijarê de bingeheke xurt afirand. Niha jî kir xwedî çarçoveyeke teorîk. Me nekarî vê zemînê baş bi kar bînin. Lê belê welatên Ereb jî têkiliya Kurd-Ereban û tifaqa wan bi têrkerî girîng nedîtin.’’
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir, ku tifaqa Kurd-Ereb wê rewşa Rojhilata Navîn biguherîne û got, “Yekane hêza ku pêşî li xeyalên dewleta Tirk ên Osmaniya nû bigire, tifaqa Kurd-Ereb e.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bersiv da pirsên rojnameya Al Nahar a li Misrê tê weşandin.
Rojnameya Al Nahar a li Misrê ji Cemîl Bayik pirsî ’’Li gorî we wê li Sûriyeyê li qedera Rojhilatê Firatê çawa be? Daxwazên PKK’ê yên di vî warî de çi ne?’’, Cemîl Bayik jî wiha bersiva vê pirsê da: ‘’PKK alîgirê yekparetiya Sûriyeyê ye. Kurd li qadên ku lê ne bibin xwediyê xwerêveberî û xweseriya demokratîk. Qebûlkirina perwerdehiya bi Kurdî wê li ser esasê aadiya fikr û rêxistinkirinê, wê pirsgirêka demokrasî û rêveberiya herêmî çareser bike. Jixwe parastin, dîplomasî, aboriya giştî wê di bin berpirsyariya rêveberiya giştî ya Sûriyeyê de be. Heke rêveberiya herêmî ziman, çand, perwerdehî, tendirustî, xizmetên şaredariyê û ewlekariya hundirîn bigire ser milê xwe, ev tişt wê Sûriyeyê qels neke, berevajî wê ew ê xurttir bike. Sûriyeya Demokratîk a ku Ereb, Kurd, Suryan, Ermen, Elewî, Sunnî, Durzî û hemû gel û baweriyên din karibin xwe îfade bikin, wê li Rojhilata Navîn bibe mînak. Dîrok û rastiya civakî ya Sûriyeyê xwedî potansiyel û hêza roleke wisa ye.
Em bawer dikin ku tifaqa Kurd û Ereban a li Sûriyeyê, wê ji bo Ereb û Kurdan jî dîrokeke nû bide destpêkirin. Sûriye li ser vî tiştî ava bûye. Divê tifaqa Kurd û Ereban were parastin û ev tişt li her derê were kirin. Ereb jî Kurd jî wê wisa xurt bibin.’’
Her wiha rojnema ji Cemîl Bayik pirs kir: ‘’Heke li Tirkiye di demeke nêzik de eşkere bike ku ew vegeriyaye pêvajoya çareseriyê wê helwesta we çawa be? Ji bo Kurdên li Tirkiyeyê hûn çareseriyeke çawa dixwazin?’’. Cemîl Bayik jî wiha bersiva vê da:’’Tirkiye heta niha di wateyeke rastîn de neket nav pêvajoya diyalogê. Desthilatdariya AKP’ê xwest sûdê ji sekinandina şer berde, ji bo ku desthilatdariya xwe li ser pêyan bihêle û xurt bike, polîtîkaya eglekirinê meşand. Me jî raya giştî ya vê pêvajoyê amade dikir û em ketin nav hewldana ku em desthilatdariya AKP’ê û dewletê têkeve nav pêvajoya çareseriyê. Lê hemû hewldanên me nekarî gavan bi desthilatdariya AKP’ê û dewletê bide avêtin. Dema ku dîtin gelê Kurd di gelek warî de xurt bû, vê carê Plana Çokdanînê amade kirin û dest bi êrişan kirin. A niha jî hemû armanca wan tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ye. Dizanin ku ji xeynî şer nikarin desthilatdariya xwe li ser pêyan bihêlin. Ji ber vê jî AKP vî şerî wê nede sekinandin û wê nekeve pêvajoya diyalogê. Bêguman heke bibêjin em ê şer bidin sekinandin, girtiyên siyasî berdin, bi diyalogê pirsgirêkê çareser bikin, vê pirsgirêkê bibin meclîsê û çareser bikin, em ê jî bersiveke erênî bidin.
Di pirsgirêka Kurdan de lêgerîna me ya çareseriyê ya wekî dewlet û dewletokan tune. Rêber Apo gelek caran ji bo xweseriya demokratîk nexşerê pêşkêş kir. Formula dewlet+demokrasî pêşniyaz kir. Dibe ku dewlet li Kurdistanê hebe. Lê divê demokrasiya gelê Kurd, xweseriya demokratîk û xwerêveberiya gelê Kurd jî were naskirin. Divê hebûna Kurdan di makeqanûnê de were misogerkirin, li ser vî esasî li ser bingeha azadiya ziman, çand û nasnameyê divê xwerêveberî were naskirin. Em ji bo yekparetiya Tirkiyeyê û ji bo fikarên wê yên di warê siyasî de ji holê rakin, em ê dikarin li hev bikin.
Lihevkirina me ya Tirkiyeyeke dixwaze demokratîk bibe, wê ne zehmet be.’’
Em tevlî vê rexneya we dibin
Pirsa din jî ew bû ku ji Cemîl Bayik hate kirin: ‘’Polîtîkayên 10 salên dawî yên desthilatdariya AKP’ê kir ku gelek paytextên Ereb ên berê PKK red dikirin û Enqere bibin dijminê hev. Gelo partiya we PKK ji bo dagirtina vê valahiyê wê nikaribe têkiliyeke hîn germtir bi van paytextan re deyne?’’
Cemîl Bayik wiha li rojnamê vegerand: ‘’Em tevlî vê rexneya we dibin. Me tifaqa Ereb-Kurd ji xwe re kir armanc. Ev yek jî her carê bilêv kir. Me perspektîfa vê hem ji karên dîplomasiyê hem jî ji yekîneyên pêwendîdar re ragihand. Hin pêşketin çêbûn. Lê belê bi qasî derfetan û firsendan pêşketinek nehate afirandin. Ji bo tifaqa Kurd-Ereb zemîneke xurt a dîrokî heye. Rêber Apo dema li Lubnan, Sûriye û Rojava bû di vê mijarê de bingeheke xurt afirand. Niha jî kir xwedî çarçoveyeke teorîk. Me nekarî vê zemînê baş bi kar bînin. Lê belê welatên Ereb jî têkiliya Kurd-Ereban û tifaqa wan bi têrkerî girîng nedîtin. Li Iraqê çareseriya pirsgirêka Kurd di asteke girîng de pêk hat. Em di wê baweriyê de ne ku wê li Sûriyeyê jî pêk were. Ev jî ew zemînin ku wê tifaqa Kurd-Ereb xurt bike. Ji bilî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ti ajandayeke me ya veşartî nîne. Em lêgerînên li dewletê rast nabînin ku zemînê dide şer û pirsgirêkên nava gelan. Em ji xwe re dikin esas ku li ser bingeha demokratîkbûnê ji pirsgirêka Kurd re çareseriyeke mayinde û bi ewle peyda bikin. Li gorî me avakirina jiyaneke demokratîk û azad divê di nava avakirina dewletê û destnîşankirina sînoran de neyê dîtin.
Bêguman hem li Iraqê hem jî li Sûriyeyê di xurtkirina yekîtiya Kurd-Ereban de em dixwazin hêzên siyasî yên Kurd hîn çalak bin. Kurd jî, Bexda û Şam jî bila nêzîkatiyên neteweperest ên teng ji holê rakin. Ji ber ku bingeha tifaqa Kurd-Ereb di serî de li Iraq û Sûriyeyê tê danîn. Ev jî wê rewşa Rojhilata Navîn biguherîne.
Yekane hêza ku pêşî li xeyalên dewleta Tirk ên Osmaniya nû bigire, tifaqa Kurd-Ereb e. Polîtîkayên 19 salan ên desthilatdariya AKP-MHP’ê ev rastî nîşanî Kurdan û gelên Ereb daye.’’
NAVENDA NÛÇEYAN