Me dijmin sekinand

Şemî 19 Mijdar 2022 - 01:57

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan got, dîroka 44 salan a PKK’ê wekî destanekê ye û wiha peyivî: “Gerîla ev 7 meh in di heman çeperî de şer dikin. Kurdan di dîroka xwe de ti carî 7 mehan di heman çeperî de şer nekiriye.”

Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bû mêvanê "Bernameya Taybet" a Stêrk TV’yê, li ser dîmenên artêşa Tirk ên ku cenazeyên leşkerên xwe dişewitand jî agahiyên balkêş da. Mûrat Karayilan got, biryara şewitandina cenazeyan ji aliyê Wezîrê Şer ê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar ve hatiye dayîn û got, “Bikaranîna çekên kîmyayî jî biryara Erdogan e.”

Mûrat Karayilan li ser damezrandina PKK´ê got, “Mijdar ne tenê mehek e ku me partiya xwe ava kiriye. Her wiha meheke mezin a berxwedanê ye; Di vê mehê de gelek şehadetên mezin çêbûne. Ez di şexsê Delal Amed, Şîlan Kobanê, Reşît Serdar û Yilmaz Dêrsim de hemû şehîdên meha Mijdarê bi bîr tînim û bi rêzdarî li ber bîranînên wan kemberbest dibim. 

Dîroka PKK'ê ya 44 salan weke destanekê ye. Di van 44 salan de gelek leheng û qehremanên serdemê li zindanan, li serê çiya û kolanan rabûne. Gelek destan hatine nivîsandin. Dîroka me tevî berxwedanên xwe yên mezin dîrokeke pirr dewlemend e. Vê berxwedanê gelê me ji tinebûnê rizgar kir û derxist holê.

Erê; PKK partiyeke neteweyî ye û ji bo hebûn û azadiya gelê Kurd dest bi rêwîtiyê kiriye, lê bi qasî ku neteweyî ye, ewqasî jî tevgereke mirovî ye. Ew ji dêvila neteweperweriyeke teng, fikra giştî ji xwe re dike esas. Çiqas welatparêz be, ewqas jî înternasyonalîst e. Di destpêkê de ev bingeh heye. Ji bo vê jî li ser esasê welatparêzî û înternasyonalîzmê xwe bi pêş xistiye.”

 

Divê çalakî dewam bikin

Karayilan balê bire ser çalakiyên ji bo piştgiriya gerîlayan û got, “Dewleta Tirk li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê gelek bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bi kar tîne. Ev tiştek teqez e û hêzên cîhanî yên têkildar ligel ku vê rewşê dizanin jî ser vê yekê bêdeng dimînin. Em bêdengiya wan şermezar dikin. 

Lê gelê me li hemberî vê, bi rastî bertekeke giring nîşan dide, ev demek e dadikeve qadan. Girîng e ku gelê Şengalê piştgiriyê dide gerîla. Li ser navê gerîlayan em gelê xwe yê beşdarî van çalakiyan bûye û bi gotina ´Em ji gerîla re bibin nefes’ daketine qadan, silav dikin.

Lê gelo ev çalakî bes in? Na. Gelê me gelekî bi hêz e. Baweriya me bi hêza gelan heye, ne bi hêza dewletan. Gelê me xwedî hêzeke mezintir e. Divê ev, bê dewamkirin û kûrkirin.”

 

Başûr divê qiyametê rake

Karayilan dibêje, gerîla ji desteka gel hêzê digire, xurttir dibe û wiha xîtabî gelê Başûrê Kurdistanê dike: “Ev piştgirî baş e. Divê Bakur hîn bêhtir bê xurtkirin. Jixwe Başûr bêdeng e. Lê ev rastiyek e: ev çek berê li Başûrê Kurdistanê dihatin bikaranîn; îro jî tên bikaranîn. Pêwîst e li Başûr gel li dijî vê derkeve û qiyametê rake. Li ser vê yekê rast e; gelek mirovên me yên dilsoz hene. Li Silopiyayê me dît ku li hemberî her cure êrişên dijmin, gelê me çawa li ber xwe dide. Divê ciwan bi rêxistin bibin, di nava xwe de rêxistinekê ava bikin. Lê binihêrin, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêvajoyek heye. Baş e, belkî di warê rêbaz û pêvajoyê de cudahî hebin, dîsa pêşengiya jinan heye, lewma di qonaxeke cuda de ye. Lê li Bakur wehşeteke wiha ya dijmin heye.”

 

Akar cenaze dan şewitandin

Karayilan ji bo şewitandina cenazeyên leşkerên Tirk jî got, “Mînak cenazeyên leşkerên wan dikevin destê gerîla; ew xwedî lê dernakevin. Piştre jî cenaze dişewitînin da ku nekeve destê gerîla. Fermandarek ji rêzê ji xwe nikare biryareke wiha bide. Ev biryara Hûlûsî Akar e. Dîsa bi erêkirina Erdogan bûye. Bêyî erêkirina Erdogan nikarin çekên kîmyewî bi kar bînin.”

 

Di yek çeperî de berxwedana 7 mehan

Karayilan ji bo berxwedana gerîla ya 7 mehan jî got, “Berxwedana ku du sal in li Zap, Avaşîn û Metînayê tê raberkirin, ne tiştekî ji rêzê ye. 

Gerîla bi taybetî di vê berxwedana 7 mehên dawî de li heman çeperî şer dikin. Hem di dîroka gelê Kurdistanê de, hem di pêvajoya Osmaniyan de û hem jî di pêvajoya Komarê de, Kurdan ti demê di heman çeperî de 7 mehan şer nekiriye. Rast e, berxwedana Agirî 4 salan dewam kir, lê bi navber bû û ji xeynî giraniya rojên dawî, rojê çend saet şer kirin û wisa dewam kir. Ev cara ewilî ye ku êrişa berfireh a dewleta Tirk hate rawestandin. Ev yek Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ber bi pêvajoyeke nû re dibe. Êdî qonaxeke serketinê li pêş heye. Ruhekî nû heye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.