Me çavnebariya AKP’ê ya li Kurdî dît

Sêşem 3 Îlon 2024 - 01:55

Li Kadikoyê ya Stenbolê di pîrozkirina 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî de bi sedema ku li ber muzîka Kurdî govend gerandine gelek kes hatin binçavkirin. KESK’ê têkilî binçavkirinan daxuyanî da, diyar kir ew van gavên derî demokrasiyê yên ku bi destê AKP-MHP’ê têne kirin qebûl nakin û xwest ku kesên hatine binçavkirin werin berdan. 

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê û Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Kadikoyê mitîng li dar xistin. Polîsan gelek kesan ji ber tevî stranên Kurdî govend gerandine, binçav kirin. KESK’ê ji bo kesên hatine binçavkirin li Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm Sen a Kadikoyê daxuyanî da. Metna daxuyaniyê ji hêla Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK’ê yên Stenbolê Ertugrûl Eroglû hate xwendin. 

Eroglû bi bîr xist ew wek Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Kadikoya Stenbolê bi daxwaza cîhanekî bêyî şer û mêtirngerî hatine li cem hev û wiha got: “Me careke din çavnebariya AKP’ê ya li dijî aştî, xwişk û biratiyê dît. Li gel stranên Kurdî, komekî ciwanên govend gerandine, piştî daxuyaniya çepemeniyê, bi şidandina xaza îsotê, bi kelemçeyên ji pişt ve hatin binçavkirin.” Eroglû banga berdana binçavkiriyan kir û wiha derbirî: “Em Şaxên KESK’ê yên li Stenbolê vê sepana bêheq, bêhiqûq û derveyî demokrasiyê ya di roja çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî de hatiye kirin, qebûl nakin. Em dixwazin kesên hatine binçavkirin demildest werin berdan.”  

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.