Me bi Rêveberiyê re hevkarî kir

Çarşem 8 Gulan 2024 - 00:21

RANIYA EL ÛBEYD / ANHA / BEYRÛT

Sekreterê giştî yê Konferansa Daîmî ya Federalîzmê ya ji bo Lubnanê Dr. Alfred Riachi diyar kir ku wan bi hevkariya Rêveberiya Xweser beyannameyek ji bo çareserkirina dosyaya penaberên Sûriyeyî yên li Lubnanê pêşkêşî aliyên Lubnanê kiriye, lê heta niha tu bersiv nehatine. Der barê mijarê de sekreterê giştî yê Konferansa Daîmî ya Federalîzmê ya Lubnanê Dr. Alfred Riachi axivî û diyar kir ku tevahî hewldanên girêdayî vegerandina penaberan li warê wan, ne cidî ne û got:"Ne dewleta Lubnanê û ne jî hêzên siyasî tu tedbîr negirtine. Hêzên siyasî çareserkirina dosyaya penaberên Sûriyeyî dereng dixin. Hizbullah jî di çareserkirina vê dosyayê de ne hevkar e û ne xema wê ye ku Sûriyeyî li Lubnanê bimînin an na. Hizbullah wê dosyaya penaberan wek kaxezeke siyasî di hemû dan û standinên siberojê de bi kar bîne." Riachi diyar kir ku wan bi hevkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beyannameyeke çareseriyê pêşkêşî Lubnan, bi taybetî Hizbullah û wezîrê karên derve yê hikumeta Lubnanê Ebdullah Bû Hebîb kirine, lê tu cidiyet ji hêla van aliyan ve tune bûn. Beyanname derbarê vegera ewle ya penaberan a li warê wan, peydakirina lojîstîk û garantiya ewlehiyê de ye. Lê beyanname di qalibê paşguhkirinê de danîne.”

Nijadperestî nayê qebûl kirin

Dr. Riachi got serdanên serokê Qibrisê û serdana seroka Komîsyona Ewropayê yên têkildarî nîqaşkirina dosyaya penaberan ne erênî bûn û got:"Taybetmendiya serdanê ruşwet bû. Ew ê milyar euro bide lubnaniyan da ku li hemberî dosyaya penaberan û mayîna wan a li Lubnanê dengê xwe nekin."

Têkildarî asêkirina sînorên deryayî û bejahî li pêşiya penaberan de, Riachi diyar kir ku hêza kontrolkirina sînor nîne. Bal bire ser nîjadperestiya li hemberî sûriyeyên li Lubnanê:"Pêkhateyên Lubnanê di rewşeke hestiyar de ne. Nikarin zexta penaberan tehemul bikin. Li gorî pîvanên navneteweyî, Lubnan welatekî derbasbûnê ye, ne welatekî penaberiyê ye. Di encamê de divê ev mijar were fêmkirin, divê parêzvanên mafên mirovan jî beyannameyê bibînin û penaberên sûriyeyî li welatên wan pêşwazî bikin.” Riachi anî ziman ku nîjadperestiya li hemberî penaberên Sûriyeyê nayê qebûlkirin û wê bide sedema zêdebûna tundiyê û got, ji bo rê li ber pirsgirêkan bê girtin, divê dosyaya penaberên Sûriyeyê di demeke nêzîk de were çareserkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.