Me bersiva waliyê Mûsilê da

Çarşem 21 Sibat 2024 - 00:35

Waliyê Mûsilê Ebdûlqadir El Dexîl piştî ku bi fermî erka walîtiyê girt, cara yekem serdana Şengalê kir û bi serokeşîr, kesayet û berpirsên saziyên civakî û xizmetgûzariyê re hevdîtin pêk anîn. Waliyê Mûsilê di hevdîtina xwe de îşaret bi pêkanîna Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a di navbera PDK’ê û hikûmeta Kazimî de kir û ev peyman weke rêya çareseriya pirsgirêkên îdarî yên Şengalê binav kir. Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo ku di hevdîtina bi waliyê Mûsilê re amade bû, derbarê hevdîtinê de axivî. 

Nayîf Şemo têkildarî hevdîtinê diyar kir ku ew çawa beriya niha li dijî Peymana 9’ê Cotmehê derketine ji niha û şûn ve jî wê her peymaneke li dijî îradeya xelkê Şengalê be qebûl nekin û wiha got:’’Di hevdîtinê de mijara sereke li ser avakirina îdareya Şengalê bû. Di nîqaşên xwe de Parêzgarê  Mûsilê îşaret bi pêkanîna hin ji bendên Peymana 9’ê Cotmehê a di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Berê yê Iraqê Mustafa Kazimî de kir û da diyar kirin ku pêwîste xalên peymanê bên pêkanîn. Di wir de me bersiva wî da û ev yek qebûl nekir. Bi giştî pirsgirêkên xelkê Şengalê hatin nîqaşkirin û hevdîtin erênî derbas bû. Lê tiştekî wekî peymana di navbera Kazimî û PDK’ê nehate qebûlkirin. Dema ku hemû hikûmet û alî li ser pêkanîna peymanê bi israr bûn, xelkê me ev yek qebûl nekir. Ji wê demê heya niha ev peyman nehatiya pêkanîn. Em wekî Rêveberiya Xweser a Şengalê bu tu awayî vê peymanê qebûl nakin, di vî alî de helwesta me zelal e. Ti biryarên derveyî îradeya xelkê Şengalê be ewê neyê qebûlkirin. Me vekirî ji Parêzgarê Mûsilê re gotiye em li dijî peymanê ne, eger îdareya nû ji bo Şengalê were danîn pêwîste tu bandora Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vê îdareyê nebe. Îdare ji xelkê Şengalê be û kesên niha li Şengalê ne bi xwe rêveberiya xwe hilbijêrin.’’

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.