Maşînên zirxî ji tirsan xelkê dikujin

Sêşem 5 Nîsan 2022 - 22:39

  • Li navçeya Amedê Peyasê, maşîneya zirxî ya bi lez diçû, li wesayîtekê da ku di rê de diçû. 

Li navçeya Amedê Peyasê, maşîneya zirxî ya bi lez diçû, li wesayîtekê da ku di rê de diçû. Di wê wesayîtê de kurê girtiyê nexweş, Siddik Guler jî hebû. Di maşînê de 3 kes birîndar bûn. 

Li bajarên Bakurê Kurdistanê maşîneyên zirxî gelek caran li wesaîtan dixin û pê li mirovan dikin. Doh jî li semta Hûzûrevlerî ya li Peyasê, maşîneyeke zirxî ya dewleta Tirk a dagirker ji tirsan bi lez diçû û li wesayîtekê da. Ev wesaîta din jî li ser rê bi rêya xwe de diçû. Di wesayîtê de lawê girtiyê nexweş Siddik Guler, Hadî Guler jî hebû. Di wesaîtê de ji bilî Hadî Guler, Sedat Cevîzlî û Welat

Kahraman jî birîndar. Birîndar bi alîkariya kesên derdorê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Guler û Kahraman piştî kontrola nexweşxaneyê, ji nexweşxaneyê derketin. Hat zanîn ku Cevîzlî jî ji ber derbên li sînga xwe xwarine, li nexweşxaneyê tê dermankirin.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.