• Maşîna sûcên li dijî mirovahiyê
  • Dewleta Tirk a ku li warên berxwedanê yên gerîlayan nikare bi pêve biçe gazên kîmyewî bi kar tîne. 3´yê Îlonê bi gaza zêde ya kîmyewî li Girê Sor ê Avaşînê 3 gerîla şehîd kirin. 10 Îlonê jî eskerekî xwe yê dixwest teslîmî gerîla bibe, kuşt.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk li herêma Avaşînê çekên kimyewî bi kar anîne û sê gerîla şehîd bûne. 
HPG'ê ragihand ku li Girê Sor ê Avaşînê li dijî gerîlayan çekên kimyewî hatine bikaranîn. Di daxuyaniyê de hate gotin, sê gerîla di êrişê şehîd bûne û li meydana berxwedanê ya Werxêlê jî 3 dagirker hatine cezakirin.

HPG'ê kite bi kite wiha behsa rewşa meydanî a şer kir: "Li Qada Berxwedanê ya Girê Sor a herêma Avaşînê; li dijî operasyona dagirker a berfireh a artêşa TC'ê ya dagirker, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, berxweaneke bi tîpên zêrîn li dîroka têkoşîna azadiyê nivîsîne. Dewleta TC'ê ya dagirker ji bo karibe gerîlayên azadiyê sûcên şer dike. Artêşa TC'ê, 3'yê Îlonê, li dijî hevrêyên me yên li Girê Sor rê nadin dagirkeriyê, bi ruhê berxwedanê yê qeyîm ê Apoyî şer dikin, bi rengekî zêde çekên kimyewî bi kar anîn. Di encama van êrişên bi çekên kimyewî yên bi nemerdane yên dewleta TC ya faşîst de 3 şervanên me yên azadiyê şehîd bûn. Agahiyên nasnameyê yên şehîdên me yên leheng piştre bi raya giştî re wê werin parvekirin.

Gerîlayan 3 dagirker kuştin

Li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya Avaşînê; 14'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Werxelê hêzên dagirker dema ku xwestin bi pêş ve biçin, hêzên me ew şopandin. Eynî rojê saet 01:30'an ji du baskan ve bi rengekî karîger gerîlyan derb li dagirkeran xistin. Baskê pêşî yê çalakiyê; li dora mewziyên berxwedanê bi taktîka sabotajê li komeke dagirker da. Baskê diduyan ê çalakiyê; ji nêz ve, bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran da û herî kên 3 dagirker hatin cezakirin.

Piştî vê çalakiyê artêşa TC'ê ya dagirker derengiya şevê bi helîkoptêran karîbû windayên xwe rake.

14'ê Îlonê saet di navbeyna 03:30-05:00'an de artêşa TC'ê ya dagirker bi gazên kimyewî û çekên giran Qada Berxwedanê ya Werxelê bombe kir.

Artêşa Tirk eskerê xwe jî kuşt

10'ê Îlonê li qada Şamkê ya herêma Zapê, komeke dagirkeran ket ber kontrola hêzên me. Vê komê dema ku tê derxist ku ketiye ber kontrola gerîla, leşkerekî ji arteşa Tirk ji bo ku teslîm bibe ji komê fîrar kir û xwest ber bi hêzên me ve were. Hêzên me yên gerîla hewl dida ku vî leşkerî bi silametî bîne cem xwe, dagirkeran bi çekên ferdî û otomatîk ev leşker kirin hedef û lê reşandin. Ji bo ku ev leşker bi saxî were xilaskirin hêzên me bi dagirkeran re şerekî giran kir û di encamê de hevrêyekî me birîndar bû. Piştre artêşa Tirk a dagirker qada ku leşkerê dixwest teslîm bibe lê, bi obûsan bombe kir. Leşkerê dixwest teslîm bibe, ji ber guleyên artêşa Tirk û bombebaranê beriya ku bigihîje cem hêzên me, derb lê ket û kete erdê. Hevalên me di dema şer û bombeberanê de xwe gihandin vî leşkerî, û dîtine ku miriye. Navê leşkerê piyade yê bi peyman artêşa TC'ê ya faşîst ku ji mirovahiyê para xwe negirtî, bi zorê hewl dayî ku bide şerkirin û ji ber vê dema ku dixwest firar bike, ew kuştî, Sezaî Gungor e.''

BEHDÎNAN