Masîhespikê me û maske

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 17 Îlon 2021 - 02:29

Di van sê salên dawî de nexweşî û şewb li her derê dinyayê belav bû. Me ji dinyayê gelek dîmenên balkêş dîtin. Bi hin dîmenan em keniyan, bi hinan jî em xemgîn bûn û bi hinan re jî em matmayî man. Vî masîhespikî di bin behrê de maskêyek zeft kiriyeç. Ew têra xwe balkêş xuya dike. Gelo ew dixwaze çi bi vî maskeyî bike? Qey ew jî dixwaze xwe ji nexweşiyê biparêzê? Mabesta wî çi dibe bila bibe, ez dibêjim ew dixwaze em li tiştine din jî bifikirin. Em mirov gelek caran hay jê nînin ku di bin behrê de gelek cure masî û heywanên din yên behrê hene. Em tenê li xwe difikirin û çem û behran diherimînin. Bi destê mirovan her sal bi hezaran heywanên di avê de dimirin. Axir divê em behr, gol, çem û rûbaran qirêj nekin!

Dîmenê masîhespikê me yê piçûk jî qey ji me re behsa vê yekê dike. Heger neke jî em wisa bihesibînin...

Wênegir Nicholas Samaras ev wêne girtiye. Wî heta niha di bin behrê de gelek wêneyên heywanan girtine û pêşangehan li dar xistiye. Ev wêneyê masîhespikê jî di “Pêşbirka Wêneyên Okyanûsan” ya 2021’ê de bûye fînalîst û îhtimal e xelatê jî bigire. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.