Xelatên Filmên Navneteweyî yên Palm Sprigns her sal li Emerîkayê tên dayîn. Ev xelat nexasim ji bo hin derhêner û lîstikvanên filmên taybet in. Di vî warî de “Xelata Vanguard” jî weke xelateke pêşeng tê dayîn.
Derhênerê navdar Martin Scorsese bi filmê xwe yê nû “Killers of the Flower Moon-2023” (Kujêrên Heyva Çardehşevî) Xelata Vanguard ya îsal wergirt. Di filmê Martin Scorsese de Leonardo DiCaprio, Robert De Niro, Lily Gladstone, Jesse Plemons û Tantoo Cardinal aktor û aktrîst in. Martin Scorsese, Leonardo DiCaprio û Lily Gladstone, wê xelatên xwe di 4’ê Çileyê 2024’an de li Kongreya Palm Springs werbigirin.
Juriya ku film nirxandiye, ji bo “Killers of the Flower Moon” ev şirove kiriye: “Film ne tenê bi sînematografiya xwe ya helbestkarane her wiha ji bo bi nijadperestî û tiştên ne li rê jî dadikeve muhim e. Filmekî bi hêz e û behsa kuştina endamên ‘Neteweya Osage’ dike.”
Filmê “Killers of the Flower Moon” ji ber romana David Grann a bi heman navî hatiye girtin û ji bo sînemayê hatiye adaptekirin. Roman behsa serpêhatiyekê dike ya ku bi rastî jî qewimiye. Di sala 1920’an de li Oklahomayê gelek endamên “Neteweya Osage” hatibûn kuştin û piştî kuştinên bi guman, FBI´yê dest bi lêpirsînan kiribû. Film behsa vê yekê dike.
NEW YORK