Martin Scorsese li Berlinale ‘Xelata Rûmetê’ digire

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 28 Kanûn 2023 - 00:58

Derhêner Martin Scorsese ku bi filmên xwe yên weke “Taxi Driver”, “Goodfellas”, “Ragning Bull” û “Shutter Island”  tê naskirin, wê di Festîvala Filman a Navneteweyî ya Berlînê (Berlinale) de “Xelata Hirça Zêrîn a Rûmetê” wergire. Martîn Scorsese ew ê xelata xwe di 20’ê  Sibata 2024’an de wergire.

Berlinale wê di sala 2024’an de di navbera 15 û 25’ê Sibatê de were lidarxistin. Organîzatorên Berlînale dan zanîn ku filmê dawî yê Martin Scorsese “Killers of the Flower Moon” yek ji filmên wî yên herî serketî ye. Ji ber filmên wî yên baş ên berê û yê dawî wan biryar daye ku xelata rûmetê bidin Martîn Scorsese.

Dîrektorên festîvalê Mariette Rissenbeek û Carlo Chatrian di derbarê xelatê de gotin; “Martin Scorsese ji bo her kesê ku li sînemayê bi awayekî şexsî û navneteweyî difikire, rol-modelekî bêhempa ye.”

Martin Scorsese niha 81 salî ye û hîna jî filman çêdike. Beriya Martin Scorsese Berlinale xelata rûmetê dabû Steven Spielberg, Helen Mirren, Ian McKellen û Dustin Hoffman jî.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.