Yek ji marmarokên cinsê kameleon ên Madagaskarê ku navê "Brookesia nana" li wan hatiye kirin, ji santîm û nîvê kintir e. Dirêjahiya wê bi zor digihe 1.3 santîman. Ev cinsê marmarokan li ber nemanê ye.
Kameleona Madagaskarê piçûktirîn marmaroka dinyayê ye, heta di nava tevahiya heywanên marîjok [xuşende] de ya herî piçûk e. Ew li daristanên baranê yên li bakurê girava Madagaskarê hene. Nêrê van marmarokan ê tam gihîştî yê vî cûreyî (Brookesia nana), weke marîjoka herî piçûk a tevahiya zemanan hat qebûlkirin.
Mê ya vê heywanê mezintir e ji nêrên wê. Heta mê yên marmaroka geko ya Karîbîkan, piçûktir in ji mêyên kameleona Madagaskarê.
NAVENDA NÛÇEYAN