Marmaroka (Marîzer û Mîrojok jî tê gotin) serreş a Zagrosan bi serê xwe cûreyekî marmarokan e. Jê re marmaroka Kurdiostanê, marmaroka Zagrosan a Kurdistanê jî tê gotin. Ilmî pêşî weke cûre Suchow sala 1936´an ew weke cûre tesbît û qeyd kir û wî hingê navê ”Lacerta princeps kurdistanica” bi kar anî. Navê zanistî yê îro qebûlkirî ”Timon kurdistanicus” e ku Ahmedzadeh û yên din sala 2012´an pêşniyaz kirin. Ew li Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê li deverên çiyayî belav in. Resmê yê herî belav sala 1968´an li gundê Biyarê yê ser bi Silêmanî hatiye girtin (Eiselt 1968). 

Eiselt Timon kurdistanicusê ji cûreyên din veqetandiye: li şûna 20-22 pûlên pîvanê yên qirikê 17 ta 19 hene; kûnên li ser çîpên wî li şûna 13-17´an 16-21 in; qismên derve yên zikê wan weke movikan e li kêlekan xuya ne. Ecêba ecêban jî ew e ku ew li Zagrosan, li derveyî sînorên Kurdistanê li devereke din nîne.

FRANKFURT