Marlene û Matej berdin!

Sêşem 3 Gulan 2022 - 22:18

  • Beriya bi 3 hefteyan 20’ê Nîsanê rojnamevana Elman Marlene Forster û rojnamevanê Sloven Matej Kavčič hatibûn girtin.

DENIZ BABÎR / FRANKFURT 

Beriya bi 3 hefteyan 20’ê Nîsanê rojnamevana Elman Marlene Forster û rojnamevanê Sloven Matej Kavčič hatibûn girtin. Her du rojnamevan jî 22’yê Nîsanê şandibûn Bexdayê. Artêşa Iraqê îdîa kiribû ku ew ne rojnamevan in û alîkariya PKK’ê dikin. Lê heta îro jî daxuyaniyeke fermî ya aliyê Iraqê nehatiye dayîn. Hat zanîn ku ew li navenda îstîxbarata Iraqê ya li Bexdayê tên ragirtin. Marlene Forster jî ji 26’ê Nîsanê ve di greva birçîbûnê de ye. 

Ji bo berdana wan doh, di Roja Azadiya Rojnamevanan de yanî 3’yê Gulanê li Berlîn, Potsdam, Marburg û Frankfurtê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de malbat û dostên rojnamevanan jî amade bûn. 

Çalakiya li Frankfurtê li ber Serkonsolosxaneya Iraqê hat lidarxistin. Di çalakiyê de dovîzên li ser wan nivîsandî, “Azadî ji tevahiya rojnamevanan re”,

“Rojnamevanî ne sûc e”, “Em hemû Marlen û Matej in” hilgirtin. Rêxistinên civaka sivîl, malbata rojnamevanan û hevalên wan ji hikûmeta Iraqê xwestin ku her du rojnamevanan berdin. 

Di daxuyaniya çalakgeran de hat gotin, her du rojnamevan jî ji bo nûçeyan li ser Êzîdiyên Şengalê û Rêveberiya Xweser çêkin, li Şengalê bûne.

Dayika Marlene, Lydia jî got, “Ez hêvî dikim Marlen û hevpîşeyê wê bên berdan. Îro roja azadiya rojnamevanan a cîhanê ye, diviyapû ev yeka hanê nehata serê Marlene û Matej.”

Ji bilî Frankfurtê, doh li Berlînê li ber Wezareta Karên Derve ya Federal, li Potsdamê li ber avahiya Partiya Keskan û li Marburgê jî bi heman armancê çalakî hatin lidarxistin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.