Marcelli: Divê Ocalan azad bibe

Sêşem 8 Tîrmeh 2025 - 03:45

Ji heyeta Ewropî ya ku dixwaze hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike parêzerê Îtalî Fabio Marcelli got, “Ji bo Ocalan karibe bi rola xwe rabe, bi taybetî divê tecrîd bê rakirin û azad bibe.”

Heyeta ji 39 kesî ya ji welatên cuda, ku di çarçoveya kampanya ‘Dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim’ hat Tirkiyeyê, di deklarasyona hevpar de got, “Ji bo pêvajoa demokratîk bi potansiyeleke xurt bi ser bikeve divê Birêz Ocalan û girtiyên siyasî tavilê û bêşert bêne berdan.”

Ji heyeta ku gelek parlamenter, hiqûqnas, nivîskar û rojnamevan di nav de bû parêzerê Îtalî Fabio Marcelli axivî. Marcelli diyar kir ku 33 sal in ew bi meseleya Kurd re eleqedar dibe û destnîşan kir ku ji bo aştiyeke wekhev a girîng ew e ku gel xwedî li pêvajoyê derkeve.

Marcelli destnîşan kir ku ji dema avabûna Partiya Demokrasiyê (DEP) û vir ve ew bi meseleya Kurd re eleqedar dibe û got, dema ku Leyla Zana, Orhan Dogan, Ahmet Turk jî di nav de mafê destnedana parlamenteriyê ya parlamentên DEP’ê hate rakirin û li Dadgeha Ewlekariya Dwletê hatin darizandin, ew hingî hat Tirkiyeyê.

Fikrê Ocalan hêja ye

Marcelli destnîşan kir ku Abdullah Ocalan fikrekî gelgekî hêja afirand, di navenda fikrê wî de ji aboriya gel heta bi azadiya jinê û alîgiriya ekolojiyê gelekî hêja ye. Marcelli anî ziman ku ev fikir ji bo Rojhilata Navîn û Cîhanê gelekî girîng e.

Divê Ocalan azad bibe

Marcelli destnîşan kir ku banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Abdullah Ocalan bangeke welê ye ku pêvajoyê bi rengekî erênî bi pêş ve dibe û got, di demekê de ku bêçekbûnt ê axaftin, pêvajo dikare bê pêşveibrin û başkirin.

Marcelli destnîşan kir ku ji bo Abdullah Ocalan karibe bi rola xwe rabe, beriya her tiştî divê tecrîd bê rakirin û azad bibe.

ANF/ STENBOL/ ZEYNEP KÛRAY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.