Mamosteyên zanîngehê jî çalakî kirin

Pêncşem 31 Adar 2022 - 22:27

  • Hejmarek ji mamoste û karmendên Zanîngeha Silêmaniyê li dijî nedayîna mûçe li ber deriyê Zanîngeha Silêmaniyê çalakî kir.

Hejmarek ji mamoste û karmendên Zanîngeha Silêmaniyê li dijî nedayîna mûçe li ber deriyê Zanîngeha Silêmaniyê çalakî kir.

Yek ji wan mamosteyan Dr. Dara Mihemed têkildarî sedema çalakiyê got, “Beriya bi çend rojan me daxuyaniyek da û hejmarek daxwazên xwe anîn ziman. Çalakiya îro jî ji bo pêkanîna wan daxwazan bû. Yek ji wan daxwazan di dema xwe de dayîna mûçeyan e. Dîsan bilindkirina pileyan e ku çend sal e bêyî sedem hatiye rawestandin. Xaleke din jî ji bo zanîngehê vegerandina rûmetê ye û dûrxistina destê hizbî ji zanîngehan e.”

Di roja Yekşema vê hefteyê de beşek ji mamosteyên Zanîngeha Silêmaniyê dest bi boykotê kirîbûn. Heta niha jî boykota wan dewam dike û nerazîbûna wan jî dewam dike. 

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.