Mamoste Aslan Alp ku wek “Dînê Nisêbînê” dihat nasîn û ji aliyê xelkê Nisêbînê ve pirr jê dihat hezkirin, wefat kir.
Mamoste Aslan Alp ji gundê Qesra Serçixanê ya Nisêbînê bû. Cîranên mamoste Aslan, demekê agahî jê negirtin û li ser vê çûn mala wî. Cîran pê hisiyan ku xwe tevnade. Tîmên tenduristiyê jî tesbît kirin ku ew miriye. Sedema mirina Alp nehat zanîn û ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyê. Piştî karûbarên otopsiyê cenaze li gund hat veşartin.
Aslan Alp mamosteyekî teqawît e. Pirsgirêkên wî yên psîkolojîk hebûn. Xelkê navçeyê gelekî jê hez dikir. Pirtûkeke wî ya helbestan bi navê “Aşk-İnanç, Barış, İnsan ve İnsanlık (Evîn-Bawerî, Aştî û Mirovahî)” derketibû. Resûl Kaya belgefilmek bi navê “Meşa Koran” çêkiribû û mamoste Aslan jî di belgefilmê de cih girtibû. Belgefilm li ser serpêhatiya astengdarên zihnî hatibû çêkirin.
MA/MÊRDÎN