Şoreşa Rojava têk naçe
Çarşem 18 Kanûn 2024 - 02:35
- Dayikên Aştiyê yên li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê yên çalakiya nobedê didomînin wiha gotin:” Heta ku ciwanên Kurd hebin, şoreşa Rojava têk naçe.”
Çalakiya nobedê ya ku ji 13’ê Kanûnê ve li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ya li ser sînorê Qamişloyê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin, dewam dike. Çalakiya nobedê ya ku di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) de hat destpêkirin dewam dike. Li gel girseyên ku her roj ji gelek bajaran tên serdana çalakiyê, jinên ku tevli çalakiyê bûn jî diyar kirin ku tenê ji bo aştiyê nobedê digirin.
Jinên ku ji bajarê Elîhê ji bo piştgiriyê bidin nobeda li ser sînorê Qamişloyê hatin, derbarê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivîn.
Şer û kuştin ne çareserî ye
Nuran Seçkin a ku ji Elîhê bi laçika spî ya li serê xwe ji bo piştgiriyê bide çalakiya nobedê hat sînorê Qamişloyê diyar kir ku şer ne çareserî ye û wiha got: “Niha li Rojava xwişk û birayên me û zarokên me li pêş me ne. Malbata min nû neçûye Rojava. Em li wir çêbûn, em li wir mezin bûn. Niha li Rojava gelek xizmên min hene. Ez wek dayikekê naxwazim mirov bên kuştın. Bila destên dayikên ku ji bo aştiyê dirêj dikin bigirin. Aştî wê ji bo Kurd, Tirk û Ereban baş be. Şer û kuştin ne çareserî ye, aştî û wijdan çareserî ye. Ger îro xwişk û birayên we li wir bûna, we yê êrîşî wan bikira? Li her derê zarokên me hene. Ev şer wê heta kengî wiha bidome? Ez weke Dayika Şştiyê dibêjim, ji bo aştiyê çi ji destê me were em ê bikin. Em jî ji bo aştiyê canê xwe feda dikin. Zarokên me li ber çavên me tên qetilkirin. Ewqas bêwijdan û bêmerhemet in... Ez ji vir bang li hemû cîhanê dikim: Her kesê ku dibêje 'ez mirov im' bila destê xwe deyne ser wijdanê xwe û dev ji vî şerî berde. Rojekê bijîm jî ez ê ji bo çareseriyê bijîm."
Dev ji vî şerî berdin
Dayika Aştiyê Maşallah Kaya jî di axaftina xwe de ev tişt got: “Em ji Êlihê ji bo aştiyê hatin vir. Em naxwazin neynûka tu kesî li kevir keve û biêşe. Divê jin û zarok li tu derê neyên kuştin. Em ji vir bang li hemû dewletan dikin: Divê dev ji vî şerî berdin. Em di televizyonê de dibînin; Jin û zarok tên kuştin. Em dixwazin xwîn neyê rijandin. Em îro hatin vir da ku aştiyê li hemû cîhanê misoger bikin. Heta ku em sax bin, em ê dev ji daxwaza xwe ya aştiyê bernedin.”
Şoreşa Rojava têk naçe
Edîbe Orpak diyar kir ku ew dixwazin her roj piştgiriyê bidin çalakiyê, lê ji ber ku rê dûr e her roj nikarin bên. Edîbe Orpak got, “Weke ku tê zanîn şoreşa Rojava bi jinan hatiye kirin. Ji ber vê sedemê me hêviya xwe qut nekiriye. Heta ku ciwanên Kurd hebin, şoreşa Rojava têk naçe. Li wir şehîdên me hene. Niha Rojava ne dûr e lê em nikarin xwe bigihînê. Keça min du sal berê li wir şehîd bû, min heta niha gora wê jî nedîtiye. Ger atmosfera aştî û aramiyê hebe em dikarin gorên xwe jî ziyaret bikin. Di dilê min de hesreta keça min heye, ez niha li kêleka wê me. Ez ji vir careke din îfade dikim: Bila gelê me bibe yek. Ger em bibin yek, em ê bi ser kevin. Bijî şoreşa Rojava! Yên bi ser kevin jî wê dîsa Kurd bin. Bila her tim bi hêvî bin. Em dizanin ku li dora me dijmin hene. Çawa ku çûk bi baskên xwe bawer in, ne bi çiqilên ku li ser in; Em jî bi heman awayî bi ciwanên xwe û hêza xwe bawer in."
JINNEWS/ MÊRDÎN