Sembola Berxwedanê: Dayîka Hesîbe

În 10 Çile 2025 - 02:45

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û çeteyên wê yên bi navê SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê hatiye destpêkirin, di roja 29’an de didome. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê û dengbêj Hasîbe Mengîrkaon (60) jî di nobetê de cih digire. Hasîbe Mengîrkaon, her roj ji gundê Xirbê Kablo yê navçeya Artuklu ya Mêrdînê bi rê dikeve û tevlî çalakiya ser sînorê Qamişloyê dibe. Çalakî di 12’ê Kanûnê de dest pê kir û ji wê rojê ve di çalakiyê de cih digire. Hasîbe Mengîrkaon ku di 25 saliya xwe de tevgera azadiyê ya Kurd nas kir, di demên cuda de hevserokatiya bajaran kir. 

4 caran hate girtin 

Hasîbe Mengîrkaon, di sala 2004’an de 2 caran hate girtin û her carê 3 mehan di girtîgehê de ma. Di sala 2016’an û 2019’an de jî salekê di girtîgehê de ma. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” gelek doz lê hatin vekirin. Di sala 2014’an di dema êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê de tevlî çalakiya nobetê ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bû. Dema polîsan bi ava şid êrişî girseyê kirî, Hasîbe Mengîrkaon dema li pêşiya TOMA’yê wêneyê wê hatibû kişandin û bû yek ji sembolên berxwedanê ya navneteweyî. 

Bi ser êrişa ser Kobanê re 11 sal derbas bûn û niha jî beşdarî çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê bû. Hasîbe Mengîrkaon, got ku divê her kes bi ruhê Kobanê li dijî êrişên niha jî derkeve û têbikoşe. 

Kirasekî ji agir e 

Hasîbe Mengîrkaon, diyar kir ku dozên li wê hatine vekirin ne li gorî hiqûqê lê li gorî berjewendiyên dewleta tirk hatine vekirin û got:“Siyaseta Kurdan mîna kirasekî ji agir e. Lewma me rehet bernadin. Em îro jî li ser sînorê Qamişloyê ne. Di sala 2014’an de DAIŞ’ê êrişî Rojava kir. Me wê rojê rê neda êrişan û DAIŞ têk çû. Bi saya şervanên berxwedêr ên li wê derê DAIŞ têk çû. Dewleta tirk bi DAIŞ’ê nekarî bi ser keve û niha jî ew bi xwe projeyên xwe yên li ser Rojava pêk tîne.” 

Paradîgma pêngava mirovahiyê ye 

Hasîbe Mengîrkaon, anî ziman ku ew dixwazin bi nobeta xwe rê li ber êrişan bigirin û got:“Ev şer 50 sal in didome. Heke we bikariya jixwe we heta niha Kurd tune kiribûna. Lê hûn nikarin. Ji ber ku ruhê Kurdan ê têkoşîna azadiyê heye. Paradîgmaya partiya me ji bo dinya û Rojhilata Navîn hemleyeke mirovahiyê ye. Hemû bawerî, ziman, ol û cudahiyan di nava xwe de dihewîne.” 

ENKS hişê xwe bîne serê xwe 

Hasîbe Mengîrkaon bal kişand ser hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re û got:“Divê ev hevdîtine jidil bin. Bi rastî jî bila vê pirsgirêkê çareser bikin û mafên me jî hebin. Bila nasnameya me di makeqanûnê de qebûl bikin. Daxwaza me ev e. Banga min a din jî ji bo yekitiya Kurdan e. ENKS û hêzên din bila hişê xwe bînin serê xwe, gelê Kurd tu caran di şer de têk neçûye. Her tim ji ber xiyanetê û li ser maseyê winda kiriye. Aqilê xwe bînin serê xwe. Fikrên we çi dibin bila bibin divê hûn zirarê nedin berjewendiyên gelê Kurd. Di wê baweriyê de me ku Kurd wê di demekî nêz de bi ser kevin. Li Rojava wehşetek hebû û gel bi rêxistinkirî seferber bû. Îro jî hewcehî bi heman ruhî heye. Statûya Rojava di xetereyê de ye. Heke Rojava bikeve wê her çar parçeyên Kurdistanê bikevin. Rojava modêleke mînak e û hêza Kurdan e. Ma ENKS û partiyên mîna wan qet dîrokê naxwînin? Ma rewşê nabînin. Bila xwe komî ser hev bikin. Dibêjin; ‘Bila Apocî ji vir derkevin.’ Hûn kî ne? Heke hûn tên ser xeta neteweyî werin nexwe nebin astengî. Divê Kurd şiyar bibin û rola xwe bi çalak bilîzin.” 

MA/AHMET KANBAL-OMER GUNGOR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.