Nobed di roja 4’an de ye
Duşem 16 Kanûn 2024 - 03:00
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Rojava, çalakiya nobedê ya ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li ser sînorê Rojava hate destpêkirin di roja 4’an de dewam dike. Endamên Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan, siyasetmedar û gelek kes serê sibehê li ser xeta sînor li hev kom bûn. Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên 'Bijî Berxwedana Rojava', 'Bêdengî mirin e, berxwedan jiyan e', 'Xelkê Rojava bi tenê nîne' û 'Jin, Jiyan, Azadî' hatin qîrîn. Bi giranî dayik û ciwan beşdarî çalakiyê bûn. Dayika Aştiyê Gûrbet Tekîn li qada çalakiyê axivî û got:"Em dixwazin dawî li vî şerî bê. Em dixwazin li Kurdistanê û tevahiya cîhanê aştî pêk were. Sedema sereke ya hemû pirsgirêkan tecrîda birêz Abdullah Ocalan e. Hunermend, zanyar û rûspiyên civakê di vê mijarê de divê bi berpirsyariya xwe rabin. Bi azadiya Ocalan ev şer bi dawî dibe. Heta ku encamê bi dest bixin em ê nobedê dewam bikin."
NAVENDA NÛÇEYAN