Rojava rûmet e em ê biparêzin

Sêşem 17 Kanûn 2024 - 02:55

Li dijî êrişên dewleta tirk û komên wê yên çete yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengtiya DEM Partî, DBP û TJA’yê di 13’ê Kanûnê de li ser sînorê Qamişlo-Nisêbîn a Mêrdînê çalakiya nobetê hate destpêkirin. Nobet, di roja 5’an de didome. Welatiyên tev li çalakiyê bûn, xwestin ku êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên sekinandin. Ramazan Tugrul anî ziman ku divê êriş bên sekinandin û got: “Mîna hemû gelan, divê Kurd jî xwedî mafên gerdûnî bin. Me çavên xwe li vê xakê vekirin û wê li vê xakê bigirin. Êdî bes e. Banga me ji bo hemû welatên cîhanê ye; êdî bila ev xwîn bisekine û dawî li vê barbariyê bînin.” Dayika Aştiyê Sidika Erdem a ji Şirnexê beşdarî çalakiyê bûye jî got:“Bi sala ye DAIŞ û piştevanên wan bi hovane êrişî Rojava dikin. Li pêş çavên dinyayê tên qetilkirin. Wan destên xwe yên qirêjî li ser me bikişînin.” 

Gef li ser Rojava heye 

Ji Dayikên Aştiyê Hatîce Durmuş jî got:“Em dixwazin tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin. Em dixwazin rûnin ser maseyê û vê pirsgirêkê bi rêyên aştiyane çareser bikin. Em naxwazin ne gerîla ne jî sivîl, leşker û polîs bimirin. Di her mirinê de zirar digihije dayikan.” 

Haşîm Dolek jî got ku bi êrişan re tê xwestin ku pêkvejiyana li Bakur û Rojhilatê  Sûriyeyê were tunekirin û got:“Serkêşiya van polîtîkayên qirêjî jî AKP-MHP dikin. Gelê me yê li wir destê aştiyê dirêj dike û pergaleke li ser bingeha pêkvejiyanê ava dike. Lê destûrê nadin. Tevahiya Rojava di bin xetereyê de ye. Em naxwazin heman rewşa 2014-2015’an a li Kobanê bijîn. Lê heke rewşekî wisa çêbibe jî em ê heta dawiyê têbikoşin.” 

Gelê Kurd koletiyê qebûl nake

Hevserokên DEM Partiyê yên Mêrdîn û Şirnexê Mehmet Mehdî Tunç û Abdullah Gungen têkildarî êrişan û çalakiyên tên lidarxistin axivîn. Mehmet Mehdî Tunç, diyar kir ku şerê li ser Kurdan ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 13 sal in bênavber didome û got:“Ji destpêkê ve şer bi destê dewletên kûrewî ve tê meşandin. Ji çar aliyên cîhanê çete kom kirine û tevî di lîsteya ‘terorê’ de cih digirin jî şer bi destê wan didomînin. Gelê Kurd li dijî van çeteyan tevekan li ber xwe dide. Ew ê gelê Kurd zexta wan a koletiyê qebûl neke.” Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen jî got:“Îktîdara AKP’ê bi destê çeteyan êrişî Kurdan dike. Sedema vê jî ew e ku statûya Kurdan naxwazin. Lewma êrişên qirkirinên ser Kurdan dikin. Gelê Kurd dê di sedsala 21’emîn de azad bibe. Lewma li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê dîwar çêkirin. Lê ji bo me ferq nake. Dilê me li wir e. Ew ê Rojava di vê sedsalê de qedera Kurdan diyar bike. Divê gelê Kurd li dijî van êrişan bikeve nava tevgerê û li rex Rojava cih bigire. Her kesên xwedî wijdan, gelê Kurd, parastvanên mafên mirovan divê piştgiriyê bidin vê çalakiya me.” 

MA/MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.