Zêdetirî 3 meh in mamostayên li Silêmanî, Koye, Helebce, Raperîn û Germiyan ji bo daxwaza mafên xwe di nava çalakiyê de ne û boykot ragihandine. Lê hikumet bêdeng e, mamosta carek din daketin meydanan. Mamosta doh jî li Silêmanî, Helebce, Raperîn, Koye û Germiyan li ber derê rêveberiyên perwerdeyên xwe kombûn û çalakî lidarxistin.
Mamostayan di çalakiyên xwe de carek din ragihandin ku desthilata bê plan û binketî, bi hincetên cûda û ne rast, mafên herî bingehîn ên mamostayan desteser dike. Mamostayan di çalakiyên xwe de bang li hikumetê kirin ku êdî xwendinê neke qurbanê xemsariya xwe, demek ji demekê zûtirk bersiva daxwazên rewa yên mamostayên bide.
NAVENDA NÛÇEYAN