Cenazeyê Endamê Kordînasyona Civaka Êzîdî Mam Beşîr (Hesen Dûtar) li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan hat oxirkirin.
Mam Beşîr 14’ê Kanûnê ji ber kirîza dil jiyana xwe ji dest da û gihişt asta şehadetê. Cenazeyê wî bi karwanekî wesayîtan ji Bajaroka Xanesorê birin Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan. Li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan merasîmeke bi heybet hat lidarxistin. Herwiha li goristanê konê sersaxiyê hat vedan. Li gorî rêûresmên ola Êzîdiyan wê 5 rojan konê sersaxiyê were vedan.
ROJNEWS/ŞENGAL