Malzemeyên rojane û hunera mînyatûr

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 6 Hezîran 2024 - 00:35

Hunermend Tatsuya Tanaka bi berhemên xwe yên piçûk û henûn me ber bi dinyaya mînyatûran ve dikşîne. Qederê 13 sal çêbûn ku ew bi karê mînyatûran daketiye û her berhemeke wê nîşaneya afirîneriya wê ya di vî warî de ye. 

Tatsuya Tanaka ji bo hunerê xwe yê mînyatûr bi malzemeyên balkêş nîşan dide. Malzemeyên ku wê ji bo hunera xwe neqandiye pirr balkêş in. Heya jê tê ew malzemeyên di hundirê malê de bikartîne. Yanî hin caran çend pelên weşiyayî, hin caran kaset û volkmenên kevn ên xerabûyî û hin caran jî dikare ji kasetekî piyanoyekê çêbike.

Tatsuya Tanaka her çend malzemeyên rojane bikarbîne jî ew bi nihêrîna xwe ya afirîner van malzemeyan bi awayekî din nîşanî me dide. Gelek caran ji tiştên popûler sûd werdigire. Nexasim jî hin karekterên xêzefilmên Japonî pirr bala wê kişandine û wê van karekteran bi awayekî mînyatûr ji nû ve sêwirandiye. Wê nexasim jî dil berdaye karekterên Studyo Ghîblî ji filmê “Spirited Away” Chihro sêwirandiye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.