Malbateke kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê, dema dixwest ji Franseyê derbasî Ingilistanê bibe di deryayê de xeniqî. Malbat ji dê û bav û 3 zarokan pêk dihat.
Li gorî agahiyan, di vê felaketê de Resûl Îrannejadê 35 salî, Şîwa Mihemed Penahî ya 25 salî, tevî Anîta 9 salî, Armînê 6 salî û Hartînê 15 mehî xeniqîn. Malbat xelkê gundê Gulînê ser bi bajarê Serdeşt bû.
Li gorî rayedarên Franseyê bota malbatê xwestiye xwe pê bigihîne Ingilistanê, boteke masîgiran e. Çima noqî avê bûye nizanin û ji lewra jî şikê ji bûyerê dikin.
Ji ber ku di heman botê de 27 koçber hebûne, 15 jê hatine rizgarkirin û tê gotin, 3 kesên din ên ji Serdeştê wenda ne. Gera li wendayên din jî dewam dike.
Hêjayî gotinê ye, gelek kes dixwazin ji Franseyê derbasî Ingilistanê bibin û ev rê hemû ji bo koçberan bi tehlûke ne.

NAVENDA NÛÇEYAN