Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyşar ev 45 roj in çalakiya xwe ya nobeta 'Dad'ê li ber Edliyeya Rihayê didomînin. Malbat ji ber hevdîtina bi telefonê ya Fadil Şenyaşar ku li Hepsa Girtî ya Xarpêtê axaftina bi telefonê ya heftane kir, doh hinekî bi derengî hate ber avahiya edliyeyê.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da, malavayî li Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê kir, ji bo ku serdana wan kiribû û got, ''Li dijî zilmê, mirov bêdeng û bêalî bimîne, mirov li cem zilmê disekine. Werin em li dijî zilmê û bêdadiyê bibin yekdeng.''
Wekîlê AKP'yî Ibrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî bi rengekî eşkere ji malbata Şenyaşaran 3 kes qetil kiribûn, lê li gel vê jî dewleta Tirk berpirsên komkujiyê dadgeh nekiribûn, ceza li wan nebirrî.

RIHA