Malbata Şenyaşar nobeta xwe didomîne

Duşem 19 Nîsan 2021 - 05:36

Çalakiya nobetê ya bi daxwaza bicihanîna dadê ya malbata Şenyaşar di roja 42’yan de didome. Ji ber qedexeya derketina derve, vê şemiyê û yekşemê çalakiya nobetê li malê didome. 

Ferît Şenyaşar roja Şemiyê çû serdana gorna bavê xwe Hacî Esvet, birayên xwe Adil û Celal Şenyaşar. Ji ber ku dayik Emîne Şenyaşar nexweş bû, nekarî biçe goristanê. Ferît Şenyaşar li goristanê axivî û got, ‘’Wekîlê AKP’ê Yildiz û xizmên wî 3 mirovên me li Nexweşxaneya Pirsûsê qetil kirin. 3 sal di ser komkujiyê re bihurîn, lê ji komkujeran kesek nehatiye girtin. Em ê hêviya xwe ji dadê qut nekin, em ê dîsa dadê bixwazin. Kesên xwedî wijdan, em bang li wan dikin da ku li doza me xwedî derkevin.’’

Doh jî qedexe hebû

Roja Yekşemê jî ji ber qexedeyê dê û kur li mal man. Çalakiya nobetê ji ber qedexeya bi sedema pandemiya koronayê li malê dewam kir. Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê Twîtterê dîmenên êrişê par ve kirin. Malbatê ev peyam da:‘’Şandeya dadgehê tam diyar nekiriye bê ka êriş kê aniye. Li gorî kamereya derve, yên ku êriş anîne ev 2 kesên li kargehê ne, yanî xizmên Wekîl Yildiz in? (Heke yê bi tîşortê zer cara diduyan nehatiba kargehê û êriş neaniya, wê kesek nemiribûya.)“

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.