Malbata Şenyaşar: Em ê li ber xwe bidin
Şemî 22 Gulan 2021 - 04:05
Berxwedana Malbata Şenyaşar a li ber edliyeyê di roja 75’an de ye. Malbatê doh peyama "Em ê bêdeng nemînin, em ê li ber xwe bidin" da.
Emîne Şenyaşar a ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku ji êrişê bi birîndarî rizgar bû, çalakiya xwe ya nobetê îro 75 roj in, dewam dike.
Pêr Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û heyeta pê re xwest biçin serdana Malbata Şenyaşar. Beriya serdanê, rayedarên malbata Şenyaşar kirin nezaretê. Bûldan hate ber dadgehê û li vir daxuyanî da. Bûldan piştre bi awayekî sembolîk nobet girt. Polîsan demeke dirêj xwestin heyetê asteng bikin.
Em ê bêdeng nemînin
Malbat eynî rojê hate berdan û doh ji nû ve li ber edliyeya Rihayê dest bi çalakiya xwe kir. Li ser hesabê medya dîjîtal li ser navê Malbata Şenyaşar daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Tevî destwerdanan hemûyan em li ber Qesra Edaletê ya Rihayê ne. Em ê bêdeng nemînin, dest jê bernedin û li ber xwe bidin."
RIHA