Malbata min qedandin

Sêşem 15 Hezîran 2021 - 05:12

Salvegera 3'yemîn a qetilkirina bav Hacî Esvet Şenyaşar û her du kurên wî Celal û Adil, doh bû. Malbata Şenyaşar doh li ber Edliyeya Rihayê her sê û komkujî bi bîr anî, lê dîsa jî edelet pêk nehat. Malbata Şenyaşar dibêje, “Ev 3 sal in ku em li edaletê digerin, lê me edalet nedît.” 

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya Hilbijartina Giştî ya di 24’ê Hezîrana 2018’an de di 14’ê Hezîranê de xizm û alîgirên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li kargeha Malbata Şenyaşar û heta ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, êrişî ferdên malbatê kir û ji heman malbatê Hacî Esvet Şenyaşar û du lawên wî Celal û Adil qetil kirin. Di bûyerê de birayê Yildiz ê AKP’yî jî hat kuştin. Fadil Şenyaşar jî birîndar bûbû û ev sê sal in girtî ye. 3 sal di ser êrişa li dijî Malbata Şenyaşar re derbas bû, lê hêj kujer nehatine dadgehkirin. Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît ji bo edalet pêk were ev 99 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobetê digirin. Emîne Şenyaşar anî ziman ku ev 3 meh in ew li ber edliyeyê li edaletê digerin û wiha peyivî: “Li ber edliyê bera me dan, li me dan, em xistin nezaretxaneyan, em derxistin dadgehan. Lê yên kujer li derve ne. Malbata min li ber nexweşxaneyê qetil kirin û li çepikan dan. Bila kujer werin girtin. Wan malbata min qedand." 

Ferît Şenyaşar jî bi bîr xist ku (doh) salvegera komkujiya li dijî malbata wî pêk hatiye ye û wiha got: "Di ser vê qetliyamê de 3 sal derbas bûn. Dosye li ber destê serdozger e û hêj dozê venekiriye. Em ê dest ji doza xwe ya mafdar bernedin. Ev 3 meh in dayikek li ser peyarêyê li edaletê digere. Em dixwazin her kes piştevaniya vê qîrîna edaletê bike.

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.