Malbat dixwazin biçin Îmraliyê

Çarşem 1 Kanûn 2021 - 23:18

  • Malbatên Rêberê Abdûllah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên ku agahiyê ji xizmên xwe yên li Hepsa Îmraliyê nagirin, diyar kirin ku derbarê jiyana xizmên xwe de dudil in, û wan xwest di çarçoveya mafên xwe yên hiqûqî û mirovî de bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin. 

Malbatên Rêberê Abdûllah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên ku agahiyê ji xizmên xwe yên li Hepsa Îmraliyê nagirin, diyar kirin ku derbarê jiyana xizmên xwe de dudil in, û wan xwest di çarçoveya mafên xwe yên hiqûqî û mirovî de bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin. 

Malbat doh çûn serdana Koma Meclîsê ya HDP´ê. Di heyeta malbatan de biraziyê Rêber Abdullah Ocalan, Omer Ocalan, birayê Omer Hayrî Konar, Emîn Konar, xwîşka Veysî Aktaş Sabiha Aslan û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Faîk Erol û Serbay Koklû jî hebûn. Cihgirên Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Saruhan Oluç, endamên Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê ya HDP’ê û Cihgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayyîp Temel û parlamenterên din malbat pêşwazî kirin. 

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol li ser navê heyetê xwest rewşa krîzê bi dawî bibe.

Gelo dewlet tiştekî vedişêre

Biraziyê Ocalan, Omer Ocalan diyar kir ku qanûn li Meclîsê hatine derxistin û wiha dewam kir: "Li vir qanûn tên çêkirin, xebatên qanûndanînê li vir tên kirin, lê yên ku nikarin ji qanûnan sûdê wergirin em in. Em di rewşeke derqanûnî de ne. Li Girtîgeha Îmraliyê 4 kesên bi navê Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar hene. Derbarê jiyan û tenduristiya wan de ti agahiyeke me nîne. Veysî Aktaş û hevalê wî Omer Hayrî Konur tecrîd protesto kirin û telefon qebûl nekirin.”

Ocalan wiha dewam kir: “Ocalan nûnertiyeke mezin e. Weke malbat em dixwazin guh bidin xizmên xwe. Em dixwazin li ser jiyan û tenduristiya wan agahdar bin. Ez meraq dikim gelo dewlet tiştekî li wir vedişêre.”
 
Neheqiya sedsalê 

Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş got, tişta li Îmraliyê diqewime, neheqiya sedsalê ye. 

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol jî got, ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta 2019’an hevdîtina parêzeran pêk nehatiye û li Îmraliyê neheqî û pergala li dijî qanûnê pêk tê. Erol bal bire ser sekna Ocalan a li Îmraliyê û got, "Berxwedana wî ya dîrokî didome û em dixwazin demildest biçin hevdîtina wî."

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.