Mala xwe kiriye dibistana muzîkê

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 6 Adar 2022 - 22:00

  • Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr)  Evîn Colemêrg li mala xwe xwendevanan di warê muzîkê de perwerde dike. 

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Evîn Colemêrg yek ji wan jinên Kurd e ku dest ji hunerê xwe bernedaye û li mala xwe xwendevanan di warê muzîkê de perwerde dike. Evîn Colemêrg got, pêwîst e di destpêkê de weke jin bixwe bawer û bixwestek bin.

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê tevî nebûna derfetan jî jin li hunerê xwe xwedî derdikevin. Evîn Colemêrg ku li Kevana Zêrîn di beşa muzîkê de perwede dike, ji ber berpirsyariya zarok û malê, perwerdeya şagirtên xwe ev zêdetirî 2 mehan e li mala xwe dike û mala xwe veguherandiye dibistanê. Evîn Colemêrg têkildarî perwerdeya li mala xwe, axivî.

Parve dike

Evîn Colemêrg destpêkê got, ew bi parvekirina hunerê xwe nahêle çanda wan winda bibe: “Di temenekê piçûk de min dest bi kar û xebatên çandê kir. Destpêkê li dibistanê ez hinekî fêr bûm, piştre jî ez bi xwesteka xwe çûm Navenda Çand û Huner. Li navenda Çand û Huner, min xwe di warê nota û deng de da perwerdekirin. Tiştên ku ez ji wir fêr bûm, niha jî ez li Kevana Zêrîn xweser fêrî şagirtan dikim.

Di aliyê mûzîkê de tiştên me ji bo xwe kom kirî, ji bo ku em heqê wê bidin û ew çanda heyî winda nebe, em bi rêya perwerdê didin nifşên nû. Wek Navenda Çand û Huner û Kevana Zêrîn, erk û berpirsyariyên dikevin ser milên me ew in ku em nehêlin çand û hunerê me winda bibe û em wan veguhezînin nifşên nû. Li ser vî bingehî, zanînên ku min ji xwe re komkirî, bi kesên din re parve dikim û bi vê yekê jî pirr kêfxweş im. Bi taybetî ji bo zarokan, ji ber ku mirov zarokekî çawa perwerde bike, ji bo siberojê ew ê wisa mezin bibe.”

Perwerdeya li ser stran û deng

Evîn Colemêrg di dewama axaftina xwe de qala armanc û şêwazê perwedeya xwe kir û got, “Rewşa wargehê ya niha bandorê li derûniya zarokan dike; di wî aliyî de ji bo nerehetbûna li ser xwe, li pey xwe bihêlin, me hem wek Kevana Zêrîn, hem jî wek Navenda Çand û Huner perwerdeyên cihêreng dan destpêkirin. Wek Kevana Zêrîn me di vê pêvajoyê de perwerdeyek daye destpêkirin. Wek kes, ez li ser muzîkê perwerde dikim. Beriya niha me wek Kevana Zêrîn li Navenda Çand û Huner şagirt perwerde dikirin, lê ji ber rewşa berpirsyariya min a zarok û malê, ev zêdeyî du mehan e ku ez li malê şagirtan perwerde dikim. Beriya niha mamosteyên me yên din, şagirt di warê rîtmê de perwerde kiribûn. Lewra perwerdeya me tenê di warê deng û strangotinê de ye. Di heman demê de 8’ê Adarê jî nêzîk dibe, ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê em zarokan amade dikin.”

‘Min ji bo xwe tiştek asteng nedît’

Evîn Colemêrg wekî din got, heger xwestek hebe mirov dikare her tiştî bi ser bixe û wiha pê de çû: “Her çiqasî ez dayikeke ciwan im jî, lê min ji bo xwe tiştek asteng nedît ku ez bêjim, ez karê xwe bidim sekinandin. Ji ber vê yekê, ez dibêjim her tişt li ser xwestekê ye. Her wiha malbat û hevalên min yên kar jî bi min re gelekî bûn alîkar. Ji ber wê çendê min karî ku hem di aliyê zaroka xwe de, hem di aliyê malê de û hem jî di aliyê perwerdê de xwe birêxistin bikim û karê xwe dewam bikim. Divê em jin li pêşiya xwe ti astengiyan nebînin. Di beşê huner, spor û hwd di kîjan warê jiyanê de dibe bila bibe, em bikarin xwe weke jin bi pêş bixin.”

Perwerdekara muzîkê, Evîn Colemêrg herî dawî bang li jinan kir da ku ji bo xwe tiştekî astengî nebînin: “Heger xwestek hebe, astengî nîne. Şerê ku niha modernîteya kapîtalîst dide dewamkirin, bêhtir li ser jin û ciwanan e. Heger em li hemberî van şerên taybet bêdeng bin, hertim ev şer wê li ser me werin ferzkirin. Ji bo vê jî divê em destpêkê wek jin bi xwe bawer bin. Di vê cîhanê de ya ku jinê paşve dibîne û hewl dide paşve bihêle, em wek jin bibin bersiv.”

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.