Mala Rêbertî mala gel e

Sêşem 2 Nîsan 2024 - 00:10

  • Mehmet Ocalan têkildarî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku mala Rêber Abdullah Ocalan mala gelê Kurd e û got: Werin em di 4’ê Nîsanê de li dijî tecrîda girankirî nerazîbûna xwe mezin bikin.

MAHMÛT ALTINTAŞ / MA / RIHA

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku mala Rêber Abdullah Ocalan mala hemû Kurdan e û bang li gel kir ku roja 4’ê Nîsanê werin Amarayê û li dijî agahînegirtina ji Rêber Abdullah Ocalan nerazîbûna xwe mezin bikin.

Mehmet Ocalan anî ziman ku zarokîtiya wî û ya Rêber Abdullah Ocalan bi hev re derbas bûye û got:"Serok di zarokatiya xwe de jî cuda bû. Her tim lêgerîna xwe hebû. Lêgerîna wî jî xwenaskirin bû. Li gundê Cibînê ku nêzî gundê me ye, dest bi dibistanê kir. Dema ji dibistanê dihat malê jî nedisekinî. Pir kêfa wî ji kewan re dihat. Dida pey kewan. Her wiha ji bax û bostanan jî pir hez dikir. Her tim diçû digeriya. Ez û Serok nedisekinîn. Dema em bi dê û bavê xwe re diçûn nav zeviyê min û Serok dida pey hev û em bi çolê diketin. Her du xwişkên me jî, didan pêy me ku me bînin malê û tiştek neyê serê me."

Hertim dixwend

Di berdewama axaftina xwe de Ocalan diyar kir ku birayê wî  her tim bi pirtûkan re mijûl bûye û got:"Dema Serok dest bi dibistanê kir êdî bi pirtûkan re mijul dibû her tim. Zarokên gund wê demê dihatin cem wî ku fer bibin.  Yanî jê re sekin tune bû, hertim bi tiştekî mijûl dibû. Her tim bi pirtûkan re mijûl bû. Piştî Endezyariya Tapo Qadastroyê qedand li Amedê dest bi memûrtiyê kir. Dema li Amedê bû bavê min jî rojekê çûbû serdanê. Bavê min paşê ji me re qal kir got dema em li wir bûn ji me re kelekek anî ku em bixwin, ji ber ku diranên min diêşin min kelek ji serê jê dikir û bi wî awayî dixwar. Lê wî keleka ku min serê wê jê dikir radihişt wê û cihê ku min nîvco hiştiyê dixwar. Yanî bi wî rengî bû. Pir nirx dida kedê. Tu car qebûl nedikir ku tiştek berhewa biçe."

Li Enqerê kete girtîgehê

Ocalan anî ziman ku fikir û ramanên siyasetê yên Rêber Abdullah Ocalan li Enqereyê dest pê kiriye û got:"Piştî ku min leşkerî qedand li Enqereyê ez çûm cem wî. Ew jî nû ji zindanê derketibû." Ocalan da zanîn ku beriya birayê wî Abdullah Ocalan bi hevalên xwe re tevgerekê ava bike wî cara dawî birayê xwe li Dîlokê dîtiye û ev tişt gotin:"Beriya tevger bê avakirin min û Serok li Dîlokê hev du dît. Em li wir li cihekî rûniştin. Hevdîtina me ya dawî ya li derve ev bû, piştî wê rojê me êdî hev du li Girtîgeha Îmraliyê dît."

Werin em nerazîbûnê nîşan bidin

Di dawiya axaftina xwe de Ocalan bi bîr xist ku ji ber tecrîda girankirî ya li Girava Îmraliyê 3 sal in tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin û bi boneya 4'ê Nîsanê wiha bang li gel kir: "4'ê Nîsanê ji bo gelê kurd re rojeke mezin e. Banga min ji gel re ev e ku em 4'ê Nîsanê bi girseyî pîroz bikin. Dewlet dixwaze Serok bide jibîrkirin. Li dijî vê yekê divê gelê kurd û gelê Rojhilata Navîn xwedî li Serok derkevin. Dîtina Serok jî bi mezinkirina nerazîbûna li dijî tecrîdê vê pêkan e. Ev der hewşa Serok e. Hewşa Serok jî hewşa gelê kurd e. Em bang li hemû kesî dikin ku di 4'ê Nîsanê de werin li vir û em bi hev re li dijî vê tecrîdê nerazîbûna xwe mezin bikin." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.