Mala Ocalan hat bombekirin

Şemî 17 Nîsan 2021 - 03:19

  • Pêr êvarê xaniyê Ocalan sala 1979'an li gundekî Kobanê lê mabû hat bombekirin. Xelkê Kobanê ji vî xaniyî re dibêje Mala Rêbertiyê. Xelkê Kobanê bombekirina Mala Rêbertiyê rûreş dike û dibêje, ew ê têkoşîna xwe dewam bike.

Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, li dijî mala ku Rêber Abdullah Ocalan lê mabû, êrişeke hewayî hate kirin. Xelkê Kobanê ev êriş rûreş kir. 

Mala li gundê Elpelorê yê Kobanê, ku Rêber Abdullah Ocalan sala 1979'an dema ku ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bû lê mabû, bû hedefa êrişeke hewayî. Rojbûna Abdulla Ocalan îsal li vê malê hatibû pîrozkirin. Hate ragihandin ku êriş ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ve hatiye kirin. Ji ber êrişê xisar li malê bû. 

Nirxên me kirin hedef

Xelkê Kobanê hedefgirtina Mala Rêbertiyê weke hedefgirtina nirxên xwe dibîne û êrişê rûreş dike. 

Elî Îsa hedefgirtina Mala Rêbertiyê şermezar dike û dibêje: "Ev ne cara yekê ye ku balafirên dewleta Tirk a dagirker nirxên me dikín hedef. Beriya wê jî wisa kirin. Heta malên sivîlan ji êrişên wê nefilitîne. Hedefgirtina Mala Rêbertiyê hedefgirtina nirxên me yên giranbuha ye."

Par jî welatî şehîd kiribûn

Îsa got armanca dewleta Tirk bi êrişan birina serî ya dagirkeriya wê ye û wiha peyivî: “Dewleta Tirk a dagirker bi rêya bombebaranên mîna van cihan, dixwaze armancên xwe pêk bîne. Ew dizane ku kesek li pêşiya wê nasekine. Em hêvî dikin ku dewletên navneteweyî li hemberî wê bisekinin, ji ber ku heger nesekinin, ewê hovîtiya xwe zêdetir bike û komkujiyan pêk bîne.”

Dewleta Tirk beriya vê jî malên sivîlan topbaran kirin.Par mala dayîka Emîne Weysî li gundê Helencê kir armanc ku di encamê de endamên Koordînasyona Kongreya Star têkoşer Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û dayîka Emîne şehîd bûn.

Em ê têkoşîna xwe dewam bikin

Necîb Mihemed ê ji Kobanê jî got: “Em hedefgirtina Mala Rêbertiyê bi tundî şermezar dikin. Em vê wek sûcekî dijminane ji aliyê dewleta Tirk ve dibînin ku armanca wê ew e ku vîna me bişikîne. Em jê re dibêjin tu çi dikî bike, em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.