Mala debarê ya Bêgerd

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 27 Tîrmeh 2024 - 00:11

Li bajarê Silêmaniyê jinek ji bo debara jiyana xwe dabîn bike, di mala xwe de karê xwe dike. Her wiha li gel vê ji bo 4 jinên din jî derfeta kar avakiriye. Bêgerd Elî ya 45 salî ji bajarê Silêmaniyê ye û dayîka sê zarokan e. Piştî Bêgerd bi xwarinên xwe yên xweş di nava malbat û kesûkarên xwe de navûdeng bû, biryar da ku vê jêhatina xwe di dabînkirina debara mala xwe de bikar bîne. Bêgerd di derbarê armanca ketina nav vê xebatê de diyar kir ku wê ji bo alîkarî dayîna debara mala xwe li gel keça xwe mala xwe vegerandiye xwaringehekê. Weke Bêgerd dibêje bi piştevanî û piştgiriya keça xwe kariye dest bi vî karî bike. Di dewama axaftina xwe de Bêgerd Elî wiha anî ziman:“Di medya dijîtal de hesabek min heye. Bi hemahengiya li gel hêza xwe me karê xwe berfireh kir. Ev yek jî bû sedem ku gelek zext bikevin ser min. Ji bo wê min biryar da ku karê xwe hîn berfirehtir bikim û jinên din jî li gel xwe bînim nav kar de. Ez di metbexa xwe de her cure xwarinên Kurdî yên wek ser û pî, kifte, eprex, birinc, her cure şorbe û gelek xwarinên din ên ku ji aliyê xelkê pir tê xwestin amade dikim. Bêgerd Elî diyar kir ku rojane 5-6 caran daxwaz ji bo amadekirina xwarinên Kurdewarî tê kirin. Her wiha Bêgerd li gel vê ji bo baxçeyên zarokan jî xwarinên cuda amade dike. Li gel amadekirina xwarinên ji bo malan, Bêgerd ji bo kesên li kargehan jî xwarinê amade dike. Bêgerd Elî herî dawî bang li jinan kir ku karê xwe bikin, ji ber ku ji bo jinan ya herî baş ew e ku li ser lingan bisekinin û dev jê bernedin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.