Maketên gund dayik hestiyar kirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 12 Nîsan 2023 - 03:52

BERJÎN KARA/JÎNHA/MEXMÛR

 

Newrozê maketa gundê xwe çêkir. Lê belê wê ev gund qet nedîtiye, lewma gundê wê  ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye şewitandin. Bi vê maketê ew bêrikirinên war û gundê xwe û yên jinên Mexmûrî tîne ziman.

Li Kurdistan û gelek welatan Kurd û dostên wan di 4’ê Nîsanê de 74’emîn rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir. Di çalakiyên pîrozbahiyê de şitl hatin çandin, li hin cihan jî festîval hatin lidarxistin. Li Wargeha Penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê jî 15’emîn Mihricana 4’ê Nîsanê ya Çand û Werzîşê hat lidarxistin.

Yek ji zarokên ku beşdarî mihricanê bû, Newroz Tunç e. Beriya qederê 30 salan malbata wê ji ber êrişên dewleta Tirk neçar ma ji Bakurê Kurdistanê koç bike û malbat piştî çend wargehan, li wargeha Mexmûrê bi cih dibe. Newroz li ser qalkirina malbata xwe, ji bo 4’ê Nîsanê maketa gundê xwe yê li Bakurê Kurdistanê çêkiriye. Ew bi gotina “Gundê me bedew bûye lê ji aliyê dewleta Tirk ve hat şewitandin” hestên tevahiya xelkê wargehê tîne ziman.

Dîtina gundê maketî dayik hestiyar kirin

Newroz dibêje, dayikên Mexmûrî yên maketa wê dîtine hestiyar bûne û got; “Dema ku dayikan gundê xwe dîtin pir hestiyar bûn. Ez gelek kefxweş bûm, pir bi kelecan bûm. Dayikan digot, ‘te mîna gundê me çêkiriye. Digotin te çawa çêkir, min jî digot min û xwişka xwe çêkiriye û ez spasiya xwişk, dayik û bavê xwe dikim ji ber ku gundê me ji me re gotin da ku ez jî çêkim.”

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.