Mafê Hêviyê tê nîqaşkirin

Pêncşem 12 Îlon 2024 - 03:15

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di sala 2014’an de der barê Rêber Abdullah Ocalan de li ser “mafê hêviyê” biryara “binpêkirinê” dabû. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê di 17’ê îlonê de careke din bicive. Komîte wê kontrol bike bê ka biryarên binpêkirinê yên DMME’yê dide tên bicihanîn an nayên bicihanîn. Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Civaka Sivîl di Sîstema Înfaza Cezayê de (CÎSST) û Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV), beriya civîna komîteyê, di 31’ê Tîrmehê de komîteyê agahdar kirin. Di danezana agahdarkirinê de banga "guhertinên qanûnî yên pêwîst bên kirin" hat kirin. Hevserokê OHD’ê yê Giştî Serhat Çakmak têkildarî “mafê hêviyê” yê ku wê li Komîteya Wezîran de bê nîqaşkirin axivî.  

10 sal in gav neavêtine 

Çakmak, da zanîn ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li ser serlêdana rêxistinên sivîl ên civakî biryara “binpêkirinê” xistiye rojeva xwe û got:“Sedemê vê polîtîkbûne. Têkiliyên Tirkiyeyê, pirsgirêka penaberan û hevsengiya konjonktora navnetewî… di mijara pêkneanîna biryaran de hevsengiyek li ber çavan tê ragirtin.” Çakmak, destnîşan kir ku bi awayekî hiqûqî nikare cezayê heta hetayê li kesekî/ê bê birrîn û got:’’Biryarên ku DMME têkildarî mîlîtanên ETA û IRA’yê de dane hene. DMME dinirxîne ku divê hêviyeke mirovekî/ê ya ku wê rojekê azad bibe hebe. Di serlêdanên ku di vê çarçoveyê de hatin kirin de di sala 2014’an de biryarek hate dayîn. Hate diyarkirin ku divê Tirkiye di hiqûqa navxweyî de hin guhertinan bike. Me jî ji wan re ragihand ku ‘mafê hêviyê’ nayê pêkanîn.”

Mînaka Azerbeycanê 

Çakmak, anî ziman ku Tirkiye alîgirê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye û biryarên wê derbasdar in û destnîşan kir ku ji ber vê yekê pêkneanîna biryara “binpêkirinê” bêhiqûqî ye û got:“Di xala 90’emîn a Destûra Bingehîn de rêziknameyek heye ku tê de tê gotin ‘Sepandina peymanên navneteweyî di hiqûqa navxweyî de di ser qanûnan re ye’. Ji bo ku biryara ‘binpêkirinê’ ya li vir hatiye dayîn were pêkanîn divê di hiqûqa navîn de guhertin bên kirin. Pişt re ji bo pirsgirêkên derkevin holê jî divê bi biryara Meclisê guhertin bên kirin.” Çakmak, qala hêza mueyîdeyê ya komîteyê kir û got:“Beriya niha têkildarî Azerbaycanê jî heman pêvajo pêk hat. Ji Azerbaycan a biryar pêkneanî re hişyariya ku ji Konseya Ewropayê bê avêtin hate kirin û Azerbaycan neçar ma ku biryarê pêk bîne. Dema em di vî warî de lê dinêrin, hêza mueyîdeyê ya komîteyê gelek zêde ye. Lê mixabin ji ber hevsengiyên siyasal, komite li Tirkiyeyê vê pêvajoyê nameşîne.”

Mifte li Îmraliyê ye 

Çakmak, diyar kir ku komîteyê di civînên ku demên borî hatin kirin de çima biryarên komîteyê nehatin sepandin pirs kir û Tirkiyeyê ev bersiv daye “Darbe hebû. Bila ev derbas bibe pişt re em ê vê pêvajoyê bidin destpêkirin. Pirsgirêkên me hene. Bi terorê re têdikoşin” û wiha got:“Îro li erdnîgariyeke ku reng û çandên cuda lê hene pergaleke yekperest hebe pirsgirêk e. Yekane çareseriya van pirsgirêkan jî demokrasî ye. Em difikirin ku mifteya demokrasiyê li Îmraliyê ye. Em hemû baş dizanin ku bêyî hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re, ku îro li Îmraliyê ye û bi salan e di nava tecrîdê de tê hiştin, demokrasî pêk nayê. Ev pêvajoyeke. Em ê jî weke hiqûqnasan şopdarên vê pêvajoyê bibin. Her wiha ji bo bi hin periyodan biryar bên pêkanîn û di hiqûqa navxweyî de guhertin bên kirin em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.” 

MA/OMER ÎBRAHÎMOGLU

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.