Parlamenter Elî Heme Salih û Daban Mihemedî ji serokatiya parlamena Herêma Başûrê Kurdistanê xwest, mafê wan ê destnedayînê were rakirin. Serokatiya parlamena Herêma Kurdistanê daxwaza her du parlamenteran pejirand. Parlamenter Daban Mihemedî got, destê gelek berpirsan di qaçaxçitiya deriyên sînor de heye.
Li ser mijarê parlamenter Daban Mihemed ê ser bi fraksiyona Tevgera Gorranê. daxuyaniyek da çapemeniyê û got; “Ti berpirsê bilind ên hizban derbarê qaçaxçitiya li deriyên sînor de, lêkolînê nake. Berê, me bi parlamenter Elî Heme Salih re li ser vekirina dosyaya qaçaxçitiya deriyên sînor, kar kiriye. Berê, me dosyayên derbarê gendeliyê de radestî dadgeha giştî kirine, lê dadgehê ji me delîl xwestin. Niha em ê ji bo îsbata wan belgeyan biçin dadgehê. Me bi vê armancê jî xwest mafê me yê destnedayînê were rakirin. Destê gelek berpirsan di qaçaxçitî û talana li deriyên sînor de heye û divê ew werin cezakirin.”
Hêjayî gotinê ye ku beriya niha rêveberiya deriyê sînor ya Başmaxê, ji bo ku mafê destnedayîna her du parlamenteran were rakirin, gilî kiribû.
Beriya niha jî mafê desnedayînê yê parlamenterê Komeley Îslamî, Soran Umer hatibû rakirin û piştre biryara kirina nezaretê ya Soran hatibû dayîn.
HEWLÊR