- Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 403’yan (15´ê Nîsana 2022´yan) de jî dewam kir.
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 403’yan (15´ê Nîsana 2022´yan) de jî dewam kir. Malbatê diyar kir ku ne rojî û ne jî taetê kesên dibin şirîkê zilmê, qebûl nabin û ev peyam da: “Yên ku li hemberî zilmê tênekoşin, hem mafê xwe û hem jî rûmeta xwe winda dikin.”
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtina kujeran û dadgehkirina wan, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kir. Çalakiya malbatê îro (15´ê Nîsana 2022´yan) di roja 403’yan de dewam kir.
Emîne û Ferît Şenyaşar serê sibehê ji Pirsûsê çûn pêşiya Edliyeya Rihayê û li “Quncika edaletê ya malbata Şenyaşar” dest bi çalakiya xwe kirin.
Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar axivî û da zanîn ku Nobeta Edaletê di bin zilmê de didome. Şenyaşar wiha dewam kir: “Ez çûm serdana birayê xwe Fadil ku ev zêdetirî 4 salan e, li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Birayê min bi awayekî derhiqûqî tê ragirtin. Rewşa wî li gorî şertên heyî, baş e. Birayê min her tim bi hêvî ye ku dê edalet pêk bê û were berdan. Bi çar çavan li benda wê rojê ye. Em jî li gel dayika xwe bo vê yekê ev salek e nobeta xwe didomînin.”
Heta edalet pêk bê nobet wê dewam bike
Şenyaşar, îşaret bi bêhiqûqiya heyî kir û got, “Li nava nexweşxaneyê ambûlansek parçe parçe kirin û 3 kes li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Lê tevî ku di ser re 4 sal derbas bûn jî heta niha yek kes nehatiye girtin. Îzaha vê tine ye. Tenê wateyeke vê heye ku ew jî li Qesra Edaletê ya Rihayê hiqûqa serdestan lê ye. Îro rojeke mimbarek e, în e. Beriya demekê serdozger li wesayîta xwe ya luks siwar bû û ji bo kirina nimêja înê di ber me re derbas bû. Piştî xutbê jî dê mela bibêje; Xwedê edaletê emir dike. Hem dê bibî şirîkê vê zilmê û hem jî dê biçî nimêja înê! Ev her du tişt bi hev ve nabin. Taet û rojiyên van kesan qebûl nabin. Heta edalet pêk tê jî ez û dayika xwe dê li ber deriyê edliyeyê neçin.”
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal jî hesabên Abdullah Erîn, Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran (HSK) û Wezareta Edaletê etîket kir û got: “Têkoşîna li dijî neheqiyê zehmet e. Lê heke ev têkoşîn neyê kirin, li gel mafê xwe her wiha mirov rûmeta xwe jî winda dike. Em ê nehêlin ku bêedaletiya li pêşiya Edliyeya Rihayê bê rewakirin.”
RIHA