Madalyaya zêrîn wergirt
Duşem 15 Nîsan 2024 - 00:13
Werzişvanê Kurd Cumalî Aslan ku beşdarî bernameya Olîmpiyadên Havînê ya li bajarê Nancy ê Fransayê bû, di pêşbirka 20 km ya ku bi navê "Pêşbirka Rê" hat organîzekirin de bû yekemîn. Aslan diyar kir ku li Tirkiyeyê 10 salan atletîzma profesyonel kir û got:"Ji ber ku min dixwest nûnertiya Kurd û Kurdistanê bikim, ez qet di bin ala Tirkan de beşdarî pêşbirkan nebûm. Ez madalyayê diyarî gelê xwe dikim."
Cumalî Aslan diyar kir ku 2 sal berê hatiye Elmanyayê û li vir bi awayekî profesyonel atletîzma xwe domandiye. Di Meşa Navneteweyî ya 35 kîlometroyî ya ku di Cotmeha 2023’an da li bajarê Zîttauya Elmanyayê bûbû duyemîn.
ANF/NANCY