Madalyaya xwe ji bo piştgiriyê firot

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 17 Îlon 2021 - 01:31

Atleta Belarus, Krîstîna Tsîmanuskaya madalyaya xwe ya zîv a ku wê sala 2019’an qezenc kiribû, ji bo alîkariya sporvanên welatê xwe firot.

Wê sala 2019’an li paytexta welatê xwe Mînskê di beza 400 metroyan de ya di Lîstikên Ewrûpayê de madalyaya zivîn bidest xistibû.
Di dema Olîmpiyadên Tokyoyê yên îsal de beriya ku ev atleta 24 salî di beza 200 metroyî de nûneriya welatê xwe bike bi rojekê, ji ber sedemên siyasî ew ji tîma xwe hat derxistin. Tîma wê hewl da bi darê zorê wê bişîne Belarusê, lê wê qebûl nekir û ji hingê ve li Lehistanê penaber e.

Madalya bi mezatê bi 21 hezar dolaran hat firotin. Welatiyekî Emerîkî yê bi navê Evgeny yê bi Eslê xwe ji Ukraynayê madalya kirî û da zanîn ku wî biryar daye ku madalyayê bide pêşangeha bi navê ‘Museum of Free Belarus’.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.