Ma Musîc û Zarok Ma li benda we ne

Nûçeyên Çand/Huner

În 25 Tebax 2023 - 16:29

Kordînatorê Ma Musîcê Şêrko Kanîwar da zanîn ku perwerdeya wan bi temamî bi Kurdî ye û miracaetên ji bo sala nû ya perwerdeyê, dest pê kirine. Qeydiyên ji bo Zarok Ma û Ma musicê, Akademiya Ma Musîcê û Akademiya Dengbêjî û Stranbêjiyê jî dest pê kirine.

Şêrko Kanîwar got, armancan wan ew e ku derbl li bişaftinê bixin û bi perwerdeyê zarok ji hêla hişmendiyê ve jî pêş dikevin: “Li Zarok Ma’yê em zarokan fêrî amûran nakin, em wan ji bo amûrjeniyê amade dikin. Ji ber ku amûrjenî her ku diçe zehmettir dibe, em wan ji aliyê teknîkî ve amade dikin. Zarok Ma, ji bo ku kevneşopiya çand û muzîka kurdî bigehînin nifşeke din, pirekî ava dike.”

Şêrko Kanîwar da zanîn ku ji bo Zarok Ma’yê di nava salê de 390 malbatan miracaet kiriye: “Em newêrin ku ji bo Zarok Ma’yê reklameke qerase bikin, lewma em ê di bin miracaetan de bimînin. Miracaetên me yên Zarok Ma’yê heta 15’ê Îlonê dewam dikin. Dersên me di 1’ê cotmehê de destpêdikin.”

Kanîwar ji bo beşên din ên Ma musicê jî bang kir da ku xelk xwe qeyd bike.

MA/AMED 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.