- Ji mêj ve ye mirovahî li ser pîvandina tiştan fikirî û ji bo karibe jiyanê bi mane bike alavên pîvandinê kifş kir. Weke ku Galîleo Galîleî jî digot; “Tiştên ku tên pîvandin bipîve û yên ku nayên pîvandin jî bike ku werin pîvandin.” Lê hunermendê bi navê Rick Salafia bi cedwelên xwe yên bafonî nîşan dide ku hest û ruhê insanan bi ti awayî nayê pîvandin.
Di dîrokê de alavên pîvandinê tim rêya mirovahiyê ronî kirine û bi saya wan xelkê derûdora xwe û her wiha jiyanê bi mane kiriye. Yanî alavên pîvandinê ew rê daye insanan ku li ser hin mesele û pirsgirêkan şiroveyan bikin. Şaristaniyên kevnar ji bo li ser wext bihizirin û wext bipîvin ji tevgerên li asîmanan sûd wergirtin. Her wiha ji bo pîvandina hin tiştan jî bejn an jî bedena insanan dihat bikaranîn. Piştre alavên pîvandinê bêhtir tekûztir bûn û bi wextê re li dinyayê her tişt hate pîvandin. Yanî tiştekî nehatibe pîvandin nema. Di vî warî de gotineke Galîleo Galîleî heye ku ev mijar ta bi derzî ve dike. Wî digot; “Tiştên ku tên pîvandin bipîve û yên ku nayên pîvandin jî bike ku werin pîvandin.”
Lê hestên insanan an jî tiştên razber dê çawa bihatana pîvandin? Ma ji bo vê yekê alavek an jî malzemeyek hebû gelo? Ma mirov dikare hestan bipîve? Ruhê insan bi çi awayî dikare were pîvandin…Hunermend Rick Salafia bi berhemên xwe yên ku weke “Instruments” bi nav dike ev yek dikole û li ser vî tiştî dihizire. Berhemên wî yên ku hatine tewandin û xwarovîço ne, dişibin rastek ango cedwelan. Rick Salafia ji bo projeya xwe ya “Instruments” dibêje; “Ev proje behsa wan tiştên ku me dorpêç kirine û kes nikare wan bi alavan bipîve dike. Yanî ez jî bi van berheman tiştên ku nayên pîvandin nîşan didim. Maneya jiyana kesekî nayê pîvandin, her wiha êş û birînên kesekî jî bi ti awayî nayên pîvandin. Dema em rastî hin bûyerên nenas tên bivênevê em dikevin nava fikaran û endîşeya me zêdetir dibe. Her yek ji me ji bo ku ji van bûyeran xelas bibe rê û rêbazeke cuda bikartîne. Projeya min jî ev hewladanên insanan kifş dike.”
Cedwelên bafonî yên xwarovîço
Rick Salafia ev cedwelên xwe ji elementên bafonî (alîmînyûm) çêdike. Piştî ew qalibên xwe digire û piştre jî li gor mijara ku ew ê li ser biponije wan dibire. Lê ji bo karê xwe xweşiktir bike û bibe serî bêyî kêrtikê nikare bixebite. Kêrtik dihêle ku ew cedwelên bafonî baştir li hev bîne û lihev rast bike. Ji bo karekî xwe biqedîne qederê 10 rojan dixebite. Lê hin xebatên wî yên ku xwarovîço ne, zêdetir wextê wî dixwin. Rick Salafia dide zanîn ku hin caran xebatên li ber destên wî bi dilê wî çênabin. Lê ev tiştên ku ne bi dilê wî ne ji hêlekê ve jî nihêrîneke subjektîf li berheman zêde dikin. Yanî bi xebatên xwe nîşan dide ku hin tişt nayên pîvandin û hewldana pîvandinê jî gelek caran bi awayekî neerênî bi encam dibe.
Ferqa di navbera ‘xweşik’ û ‘pirr xweşik’ de
Ew bi van berhemên xwe dixwaze tevlîheviya berhemeke hunerî jî nîşan bide. Hûrgiliyên berhemên wî yên hunerî di heman deme de hikmekî jî diyar dikin. Dema mirov rastî hevdu tên an jî rastî tiştên din, nirxandinan dikin û bi van nirxandinan biryarên xwe didin. Ew di berhemên xwe de li ser ew hikmê ku mirov didin jî disekine. Yanî her berhemeke wî weke pêvajoyeke dîtina metaforeke li ser vî hikmê ye. Ji lewma jî Rick Salafia dipirse; “Ew ferqa di navbera tiştê ku em jê re dibêjin ‘xweşik’ an jî ‘pirr xweşik e’ çi ye? Ez cedwelekê çiqasî bi awayekî spesîfîk bifikirim û çêkim dê karê min ewqasî serketî bibe. Bi vî awayî ez ê karibim hin tiştan ji pîvandinê û hejmaran xelas bikim.”
Bi metaforan bêhêvîtî, dilşadî û wext
Tiştên razber ango tiştên ku nayên xuyanê di heman demê de nayên pîvandinê jî. Lê mirov bi riya empatiyê belkî li ser van hestên ku nayên xuyanê dikaribe bihizire. Rick Salafia têgehên dîtbarî diafirîne da ku mirov karibe li ser hestên veşartî bifikirie an jî şiroveyekê bike. Ji bo karibe van mijaran rave bike behsa berhemên xwe dike; “Ew roj ji min pirsîn; ‘Tu dikarî cedweleke ku bêhîvîtiyê nîşan bide çêbikî?’ Ev pirs yek ji wan pirsan bû ku tim min dixwest bibersivînim. Ji ber vê yekê dema ez berhemekê çêdikim hem bi awayekî dîtbarî û hem jî bi awayekî metaforîk disêwirînim. Heger ez nimûneyekê bidim dikarim behsa karê xwe yî ‘Instrument 20’ bikim; ev xebata min saeteke analog tîne bîra mirov lê di heman demê de têkiliya di navbera wext û mekan de jî weke metafor dinirxîne. Her wiha karê min yê din ango ‘Instrument 23’ jî dişibe ewran lê wekî din jî behsa dilşadiyê dike, yanî têkiliya dilşadî û ronahiyê rojê tîne ziman. Ji hêlekê ve jî tesîra tinebûna rojê ya li ser dilşadiyê rave dike.”
Axir Rick Salafia bi van cedwelên xwe yên bafonî nîşan dide ku pîvandina hestên insanan zehmet e. Lê ew bi rêya metafor û cedwelên xwarovîço bi vê meseleyê dadikeve û bi nihêrîneke resen ya nû cedwelên bafonî dinirxîne.
NAVENDA NÛÇEYAN