‘Ma dayikê min, min fam bike’

Nûçeyên Çand/Huner

În 21 Gulan 2021 - 05:22

  • Hamo Celikan: Melodî û rîtmê muzîka Kurdî pirr rind in û xweş in. Li herderkê dunê, yê muzîka Kurdî nas dikin û guhdar kirinî, pirr jê hez dikin. Muzîka Kurdi hîn xwe ji dunê re nas nekiriye.

DÎLAN KARACADAG
FRANKFURT

 

Ji bo Kurdên Anatoliya Navîn girîngiya kilaman gelek e. Ji bo hebûna xwe û dewam hebûna xwe bi nifşên nû, ev kilam ji bo wan gelekî muhim in. Evîn, mirin îu qehremanî bi kilam û şînan (zêmaran) tên gotin. Li sirgûnê, Hamo Celikan jî ji bo vê dixebite. Tevî ku li Danîmarkê hatiye dinê û li wir mezin bûye, muzîka Anatoliya Navîn bi Kurmanciya deverê îcra dike. Celikan hem hunermend û hem jî mamoste ye. Pirraniya awaz û gotinên berhemên wî, yên wî bi xwe ne. Em pê re li ser muzîka wî û çand û hunerê Kurdên Anatoliya Navîn peyivîn. Li ser daxwaza wî em dest nadin Kurmanciya wî.

Tu di stranên xwe de Kurmanciya herêma xwe bi kar tînî, lê stîla muzîka te ji ya klamen Kurdên Anatoliya Navîn pirr cuda ye.

Îro dinya hatiye şûneka ecer, demaka nû. Herkes, her merikê zimana ferqlî, kulturê ferqlî dibînê û dibîzê. Social Media da û internet jî ji kesi kêm nabê. Xortên me, xelkê me yê Anatoliya navîn jî pirr welata dimênê, çerx dibine, ji bo wê pirr mûzik-stîla guhdar dikine. Mûzik pirr tev hev dibê û gelek dewlemend e. Eger Kurd dixwezê xwe bibîne di nav xelkê din da, wê çaxê ma dest bi huneriyê û muzîkê bike û li dunê jî mêzi ke. Stîla otantîk, ya orîjînal, bi tenê xwe xalas nakê. Mûzisiyenê Kurdan ji bo wê bin barêkê giran da ne. Pirr caran yê guh bi ser tiştê ecer din û analîz bikin. Nûansê muzîka Kurdî bi yê dera din tev hev kin. Dema klasîk muzîk li Ewrûpê ava buyî jî muzîsyenan pirr deran îlham girtin. Hetanî vê çaxê me hatiye. Hîn jî ya weng be. Hunerî û kreatîfbûnî, ya herkesî û Kurdan jî pêşva xe û hûne şûneka nû. Muzîka Kurda, ya bi vê were platformaka mezin. Sîlahê me ji bo asîmilasyonê jî ew e. 

Erê, ma dayikê min, min fam bike, ma gurikê min kultur û zimanê Kurdî bîr nekin. Ma xwe tê da bibînin. Ma ji wana re û gurikê wana re Kurdî tim nêzik be û bîr nebe.

Ji bo ku mirov bi Kurdî bistirê, hewce ye ku ew bi Kurdî zanibe? 

Bavê minî mezin bû. Ez malvatê me da yê cûk im. Ez xwe jîk nas dikime, li malê me, Kurdî tim tê dengkirin. Dayikê min hînê xweş e û teva min dimê. Xaltiya min jî tim li malê me yê. Em giştik hîn bi hev ra Kurmanci deng dikinî. Li ba me dengkirina Kurdî hîn mîna zamanî berê. Kurdî hîn malê me orîjînal e. Ez alikê da jî pirtûkên Kurdî dixwînim û li kelimeyên berê, kilam, hekat û şîna dayik û xaltiyê xwe dinivîsim. Lêkolîndariyê her ro dikim. Meri Kurdiyê hez bikê. Zimanî ba meriya tebîî bê. Di rokê wana da tim Kurdî hebê. Heval, dost û malbat jî deng kine. Li hev hatinê kilama hîn bi mane û hîn jî rind dibe.

Cûdahî di navbera muzîka Kurdî ya Anatoliya Navîn û muzîka Kurdistanê de heye?

Erê jî na jî. Li Kurdistanê der û derê xwe devok û şînê xwe bi Kurdên Anatoliya Navîn va yêk in. Ez bi xwe mûzika Kurdî her stîlê girîng û xweş dibînim. Lê taybetî ya min kilamê, melodiyên, rîtmên Anatoliya Navîn e. Ew favoriya min e. Ez nav şinê me da pirr îmkana dibînime. Ez bawer im, pirr derê Kurdistanê va kultura qesî Kurdên Anatoliya Navîn neparastine. Em hetanî niha qesî pirr dera asimilê nabûnî. Tişktekî pirr eceyib e. Di nav Tirka da me xwe rind îdare kiriye.  

Navê şêwaza muzîka te çi ye?

Niha stîla mûzika min tine. Hen dibên muzîka modern. Hen dibên "özgün" muzîk e. Eger min nav da ser, ez wê çaxê ji stîlê re enerjî ya xwe bibime. Di nav muzîkê min da nûwansê ji muzîka dunê pirr in. Klasîk mûzika Ewrûpê da bigire hetanî Efrikê û latînî heyê. Feqet zemîn tim li ser muzîk û melodiya Kurdî ye. Sewa wê, muzîka min ne pirr dûr e [ji] xwudiyê xwe. Hêlikê da jî ez dixwazim hûnerî û kreatîfa xwe her dem dewam kim. Paşî tine. Xelas kirin ba min tine, ji bo ku ma mûzik tim çêbe. Ji bo wê ez di her projêka da prosesê dirêj dikim û derê nexweş difikrim, li ba xwe û li ba hevala. Ez tim û tim li ser vê difikrim: Min parçe derxistê piyasê, ma ferqlî be û taybetîya xwe hebe. Ma xelkê din jî dengê me bibizîn. Erê, studiyo û hertiştek di dest min da. Ji bo wê min çi xwest ezê wê bikim. Kontrol di dest min da ye.

Tu di muzîka xwe de kîjan deng û melodiyan bi kar tînî? 

Pirranî ez li ser meqamê mînor bi kar dikim. Mînor deng û hîsek xemgîn dide. Pirr caran jî ez li ser dengê şîna melodiyên xwe çêdikim. Va deng û meqamana li gorê sîstema klasîk mûzikê kombînê dikim [li hev tînim]. Di klasîk muzîkê da harmonî, yanê dengê bi hev di re lêdikevin, pirr in. Ez jî wê pirr hez dikim. Pirr dewlemend û melankolîk dibê. Mûzîka Kurdên Anatoliya Navîn jî bo wê li ser sîstema klasîk muzîkê xwe pirr dimêrînê. Dibê “ez jî hême”. 

Rojek te ya karê muzîkê çawa ye?

Min wext dît ezê dêkevim studyoyê û li ser melodîkê bişuxlim û qeyit bikim. Pirr caran 20, ya jî 50 carî stranê dixwînim. 20-30 caran ênstrumanta qeyit dikim. Wext çing derbas dibe, nizanim. Heftekî şiva qeyitê duyê çêdikim. Li ser dêtaya gelek dadistim û diguharim. Li ser mîksê difikrim. Helbesta çêdikim. Royê, mayê û salê terine. Hîn mûzîk çênebiyê, li ser klîbê difikrim. Çi firsend dît li ser wî tiştî kar dikim. Pirr zehmet û zor e, lê tiştek rind jî derket, ez kêf xweş dibim.

Dîroka kilama 'Birîna Metê' çi ye? 

Hesik, lawikê Silikê bû, ji gundî Celikan e. Yî çûk bû Silikê Hesik da xangê xwe. Manêk xangê xwe (Zairê) kurike xwe nedibûn û gundê xwe jî gundekî din bû (Kûtûga), xwestin ma Hesik jî ba Metê xwe bimê. Silikê zarokên xwe bi Hesikê va 5 bûn. 

Hetanî Hesik mezin bû, yî li ba Metê xwe bû, wê û mêrikî wê Hesik mezin kiribû. Rokê Hesik mezin bû û zewicî û çû Elmanyayê. Li wir keçik ka Hesikê bû. Me rokê bîst Hesik li îstasyonê Bonnê kêr kirine û Hesik miriyê. Yêk Hesik kêr kirî, branyê xanimê Hesikê yê. Navberê wana çi derbas biye, kesek nizanê. Keçika Hesikê niha 10 salî ye. 

Metê Zaire wê rokê belva hîn birina Hesikî xwe bîr nekiriyê û tim û tim şînê dikê û digiriyê. 

Tu li Ewrûpa ji dayik bûyî û mezin bûyî. Tu çima muzîka Kurdî çêdikî?

Ez li Danîmerkê hatim dunê, lê Kurmanci zimanê min e. Min Kurmancî ji dayik û bavê xwe bîst û evisî. Bi min Kurmancî hîn nêzîk têye. Kultura Danîmarkê jî tiştê xwe yê xweş pirr in. Pirr îmkan li Ewrûpê hene. Ez ji bo wê spasdar im. Min mekteb li vir xelas kir. Teorî evisî û hîn jî devisime. Problemê min ji bo tiştê studiyo û kamera û ênstrumana bistînim tinen. Yêk jî melodî û rîtmê muzîka Kurdî pirr rind in û xweş in. Li herderkê dunê, yê muzîka Kurdî nas dikin û guhdar kirinî, pirr jê hez dikin. Muzîka Kurdi hîn xwe ji dunê re nas nekiriye.

Tu muzîkê bi zimanên din jî çêdikî?

Erê, ez li ba xwe stranên Engilizî û Danîmarkî jî dibêm, lê ez nexwezim wana parva kim.

Tu ji bo muzikjenên nifşên çi dibêjî? 

Eger imkanên xwe hebûni, ma muzîkjenên nû hîn serbest bibin. Ma ser xwe bibin. Tim û tim nû bifikrin li ser projêya xwe û huneriyê bîr nekin. Ma muzîka Kurdî tim li ser şekilke nere. 

Hamo Celikan kî ye?

Sala 1979'an li Danîmarkê hatiye dinyayê. Malbata wî ji Anatoliya Navîn e. Ji gundê Celikan ê ser bi Kuluya ya Konyayê ye. Muzîkjen Hamo Celikan wekî mamosteyê dibistana seretayî dixebite. Di heman demê de ji bo zarokên penaber jî rehberiyê dike.

Ew li gelek înstrumanan dixe. Di nav xebatên muzîk, belgefilman de jî cihê xwe digire û ji bo belgefilma bi navê Dara Mestê ji kar kir.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.