Cîgira Konsolosê giştî yê Holandayê li Hewlêrê, Maaike Keizer doh wêneyên xwe li ser twitterê parve kirin û got, "Em bizinên pêşî yên Holandî yên li Herêma Kurdistana Iraqê bi we bidin nasîn, ew li Helebce xweş dibanin. Em Halabja Group pîroz dikin ji bo vî gundikê nû yê bizinan."

Mirov bivê nevê dipirse, li helebceyê, di van rojan de ku salvegeta kîmyabaranê nêzîk dibe, ma nûnerên welatekî ku gunehê wê jî di kîmyabaranê de heye, nekarî projeyeke manedartir bike li Kurdistanê?

NAVENDA NÛÇEYAN