Festîvala Filman a Berlînê (Berlînale) sala 2024’an wê ji bo cara 74’an were lidarxistin; festîvalê serokê juriyê diyar kir. Aktrîs, çêker û derhêner Lupita Nyong'o a Kenyayî wê weke seroka juriyê di festîvala Berlînale ya 74’an de cih bigire.

Lupita Nyong'o di filmên weke “Black Panther” û “12 Years a Slave” de aktrîstî kiribû û performansên wê yên di van filman de pirr hatibûn ecibandin. Lîstikvana ku niha 40 salî ye di sala 2014’an de bi rola xwe ya di filmê “12 Years a Slave” de li Oscarê xelata “Lîstikvana herî serketî ya alîkar” wergirtibû.

Berlinale seroka juriyê ragihand lê filmên ku wê di sala 2024’an li Berlinale werin nîşandan hîna diyar nebûne. 

NAVENDA NÛÇEYAN