Pirtûka lîstikên Gundên Mêrdînê, (Bîrik, Dêrgûz, Şivistan) ji Weşanên Wardozê derket. Mem Mukriyanî berhevakriya lîstikan kiriye û pirtûkê ji bo çapê hazir kiriye.
Weşanên Wardozê pirtûkê bi vî awayî dide nasîn;
“Di vê pirtûkê da 92 lîstikên gundên Bîrik, Dêrgûz û Şivistanê yên bajarê Mêrdînê hene. Mem Mukrîyanî, di çarçoveya projeya CultureCIVICê da bi qasî salekê li van gundan xebitî û lîstikên wan berhev kirin. Piranîya lîstikan ên zarokan bin jî lîstikên mezinan jî di nav wan da hene. Lîstik li gorî cih, lîstikvan, dem, amûr, hejmartok, xelat û ceza, armanc û awayê lîstinê hatine vegotin.”
NAVENDA NÛÇEYAN