The Academy of Motion Picture Arts and Sciences, beriya ku filmên berendam yên Xelatên Oscarê diyar bike filmên ku ketine lîsteya kurt eşkere kir. Cara yekeme ku ji Pakîstanê filmek ketiye lîsteyan. Filmên ji bo Xelatên Oscarê bikevin pêşbirkê dê ji van lîsteyan werin hilbijartin. Ji bo xelatan dê 10 kategorî hebin û ji bo van kategoriyan jî dê film ji van lîsteyên kurt werin neqandin. Di nav kategoriyan de, kategoriya Film, Belgefilm, Muzîka Irîjînal, Strana Orîjînal û Efektên deng û dîtbarî çend kategoriyên sereke bin.
The Academy of Motion Picture Arts and Sciences, dê di 24’ê Rêbendanê de filmên ku weke berandam hatine neqandin eşkere bike. Her wiha dê merasîma Xelatê Oscarê jî di 12 Adara sala 2023’an de li “Dolby Theatre” ango Kalîforniyayê were lidarxisitin.
Filmên metrajdirêj ên ku ketine lîsteya kurt ev in;
Arjantîn, Argentina, 1985
Awistirya, Corsage
Belçîka, Close
Kamboçya, Return to Seoul
Danmark, Holy Spider
Fransa, Saint Omer
Elmanya, All Quiet on the Western Front
Hindîstan, Last Film Show
Îrlanda, The Quiet Girl
Meksîka, Bardo, False Chronicle of a Handful of Truths
Fas, The Blue Caftan
Pakîstan, Joyland
Polonya, EO
Koreya Başûr, Decision to Leave
Swêd, Cairo Conspiracy
NAVENDA NÛÇEYAN