- Karayilan salvegera 24'an a bêbextiya 15´ê Sibatê yanî Komploya Navneteweyî nirxand û got, komplo neçû serî lê dewam dike. Wî got, “Xeta Rêber Apo îro ji beriya 24 salan xurttir e”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan tevlî 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV bû û di beşa 2'yemîn a hevpeyvînê de salvegera 24'an a Komploya Navneteweyî nirxand.
Karayilan got, “Dijminan dixwest xeta Rêber Apo ji holê rakin, bi temamî tesfiye bikin. Lê belê helwestên Rêber Apo û bi sekna fedaiyane, gelê me, jinên Kurd, ciwanên Kurd, hemû welatparêzên Kurd 24 sal in ketin qonaxa berxwedanê. Bi vî rengî berevajî armanca dijmin, Tevgera Apogerî mezin bû. Îro xeta Rêber Apo li gorî 24 sal beriya niha pir zêde xurt e. Di asta cîhanê de xwedî giranî ye, xwedî çarçove ye.
Niha milîtanên Apoyî bi şiklekî ji cîhanê re bibe mînak îro li Zap, Avaşîn, Metîna li ber xwe didin. Siyaseta Kurd li hemberî her zilmê li ber xwe dide. Sekna Rêber Apo bi xwe li Îmraliyê bi şiklekî bêhempa sekneke berxwedanê û pirr bi wate ye. Lê belê komplo hîna dewam dike. Gelê me êdî ji komplogeran bi van çalakiyên xwe pirsan dike. Çima heta roja îro ev xeta komployê dewam dike? CPT saziyeke navneteweyî ya Konseya Ewrûpayê ye, ya pêşîgirtina li êşkenceyê ye. Lê belê derheqê Îmraliyê de sekna CPT´ê cihê nîqaşê ye. Gelo bi rola pêşîgirtina li êşkenceyê radibe yan bi rola pêşîvekirina li êşkenceyê. Daxuyaniyên xwe bi guman in. CPT xetekê temsîl dike. Xuya ye di bipêşxistina vê komployê de ew jî weke saziyekê erkdar e. Weke tetbîqa li Îmraliyê, êşkenceya psîkolojîk weke normalîze bike, asayî nîşan bide, li demê belav bike; bi roleke bi vî rengî tevdigere. Niha gelê me li bendê ye ku ev hêzên serkêşî ji komployê re kirin Emerîka, Brîtanya, Elmanya, Îsraîl vana, wekî din jî gelek hêz hebûn, ji van hêzan daxuyaniyê hêvî dike. Îzah bikin yanî çi ye, çima wisa kirin û çima dewam dike?”
Heger dost bin bila ji lîsteyê rakin
Karayilan ji bo helwêsta hêzên komploger jî got, “Heger bi rastî dixwazin ji bo gelê Kurd dostaniyê bikin, çareserî çêbibe û gelê Kurd weke hemû gelên herêmê azad bijî, yên komplo meşandî, divê ti rêxistinên Kurd ên azadiyê nexin lîsteya terorê. Ev lîste xelet e. Niha dewleta Tirk a faşîst, desthilaa AKP-MHP'ê ev lîste ji xwe re kiriye hincetek û her Kurdê ji bo azadiyê têdikoşe teror dihesibîne, êrişî wan dike, terora dewletê li her derê dimeşîne. Li ser Başûrê Kurdistanê dimeşîne, li ser Şengalê dimeşîne, li ser Rojavayê Kurdistanê dimeşîne. Ev 40 sal in li Bakurê Kurdistanê tiştek nema ku nekir li dijî gelê Kurd. Bi hinceta ku Yekîtiya Ewrûpayê, Emerîkayê PKK xistine lîsteyê. Dibêje 'Di lîsteya wan de ye, ez jî çi bikim rewa ye'. Bersivên pêwîst em ê bidin bi ruhê Sarayan û Rûkenan. Lazim e berê, ev siyaseta niha li ser Îmraliyê heye ji holê rabe. Divê Îmrali ji holê rabe. Li ser hîmê azadiya Rêber Apo ev pirsgirêk dikare çareser bibe û bi temamî aştiyek li Kurdistanê û herêma Rojhilata Navîn bi pêş bikeve.”
Hevrê Viyan ji bo me telîmat bû
Karayilan şehîd Viyan Soran jî bi bîr anî û got, “Me bi hev re erka Konseya Rêveberiya KCK'ê pêk anî. Hevaleke ciwan bû, wexta ku erka konseyê dimeşand, 23 salî bû, heta 22 salî bû wê çaxê. Weke temsîla ciwanan hatibû hilbijartin. Di wê dema tesfiyekirinê de Komîteya Jinûve Avakirina PKK'ê çêbû, ji 12 kesan pêk dihat. Ev heval jî bû yek ji wan. Kongreya Avakirina PKK'ê çêbû, di çêkirina kongreyê de jî bi xwe pirr ked da. Li Heftenînê dema Endama Konseya YJA Starê karê eskerî dikir, wê dixwest biçe Bakur. Xuya ye plan kiribû biçe çalakiyê bike. Lê belê weke niha wê demê li ser Rêber Apo tecrîdek hebû, bêdengî hebû. Weke kesek ji rêveberiyê li hemberî vê bêdengiyê xwest bibe dengek, ji bo me ji bo rêveberiyê bibe talîmat, bû peyamek.”
Nivîsandina bi Kurdî pirr bi wate ye
Karayilan şehîd “Bûbo” (Veysî Taş) û Mehmet akar jî bibîranî û got, “45 salan weke dilxwaz, welatparêz tevdigere, ketiye zindanê, derketiye careke din derketiye. Ji axa xwe dest bernedaye. Bi rastî ew hevokên anî ziman pir bi wate bûn. Her wiha Mehmet Akar, ê wî jî hîn zêde balkêş e. dewlet yekser malbata wî tîne datîne pêşiya HDP'ê. Wî got 'na, ez li vir im'. Yanî xuya ye polîtîkaya dewletê, şerê taybet li ser heye. Tevî ku li ser wê polîtîkayê gelekî radiwestin, lê belê nikarin ruhê wî, dilê wî zemt bikin. Di dilê wî de, di hundirê wî de fedaîbûn hîn geş dibe. Hîn xurt dibe. Mînak, bi Kurdî dinivîse. Ev pirr tiştekî bi wate ye. Ez vê jî bibêjim; hevalê Mehmet, birayê wî jî hevalê Çiya Sîpan, hevalekî fedaî bû, endamê Hêzên Taybet bû. Mirovekî welê bû ku her tim amade bû xwe feda bike. Ev heval bi vê fedaîbûna xwe bûn endamên Tabûra Nemiran.”
Divê ciwanên Kurd xwe neşewitînin
Murat Karayilan ji bo çalakiyên xweşewitandinê nekin jî bang li ciwanên Kurd dike: “Ev rêbaz ne rêbaz e. Weke ku Hevserokatiya Konseya KCK'ê got, ev ne rêbazeke ku yek bimeşîne. Ev dem, ew dem e ya ku em komployê êdî têk bibin, Rêber Apo azad bikin. Ji bo wê ne hewce ye mirov xwe bişewitîne, divê mirov dijmin bişewitîne. Bi vê wesîleyê ez bang li ciwanên Kurd dikim, di destpêka sala 25’an a komploya navneteweyî de divê xwe bigihînin nava refên gerîla. Li cihê xwe jî dikarin beşdar bibin, wekî din jî dikarin beşdar bibin. Lê divê beşdar bibin. Ji ber ku, dem dema têkoşînê ye, dem dema dirûşma Mehmet Akar e. Serdema têkçûna rejîma tecrîda mutleq û siyaseta qirkeriyê ye. Ji bo wê divê em sala pêş me hîn bi xurtî beşdar bibin.”
NAVENDA NÛÇEYAN