•  Lîsa Çalan. Festîval dibêje, „Derhênera Kurd a ciwan, a mexdûra hovîtiya DAIŞ´ê, bi afirîneriya xwe ji seqetiyên xwe bihurî."

Festîvala Filman a Navneteweyî ya Keralayê (IIFK) ya îsal (ya 26´an) xwedî mêvaneke taybet e: Lîsa Çalan. Festîval dibêje, „Derhênera Kurd a ciwan, a mexdûra hovîtiya DAIŞ´ê, bi afirîneriya xwe ji seqetiyên xwe bihurî."

Ev Festîvala başûrrojavayê Hindistanê, wekî din wê "Xelata Ruhê Sînemayê" bide Lîsa Çalanê. Festîvalê doh li paytexta eyaleta Kerala Thiruvananthapuramê dest pê kir. 

Festîval bi bîr dixe ku her du lingên Lîsayê di êrişa DAIŞ’ê ya li Amedê ya 5’ê Hezîran 2015’an de jêbûne. Lîsayê derhêneriya Zimanê Çiya kir û senaryoya wê nivîsand, hevderhêneriya Rengên Nisêbînê kir û edîtora kurtefilma "Dengê sikakê" jî ye.

Lîsa li IIFK´yê yekemîn kes e ku Xelata Ruhê Sînemayê werdigire. Filma wê Zimanê Çiya wê sibe bê nîşandan û ew ê jî paşê bersiva pirsên temaşevanan bide. 

Lîsa Çalan wê di heman çalakiyê de romana yekê ya Haritha Savitri ya bi navê 'Sin (Guneh)' jî bide nasîn. Roman behsa têkoşîna miletê Kurd dike.

DELHIYA NÛ